Umît Ozdag hat girtin

21-01-2025
RÛDAW
Nîşan Umît Ozdag Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag bi tawana "aşkere handan û teşwîqkirina gel ji bo neyartî û kînê" hat girtin.

Piştî ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dest bi lêpirsînê kir li ser gotinên wî yên li hemberî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ku di civîna şêwirmendiya serokên parêzgehan a partiya xwe ya 19ê Çileyê de gotibû, pêvajoya darizandina Ozdag li Dadgeha Stenbolê bi dawî bû.

Piştî îfadeya li dozgeriyê, Umît Ozdag derket pêşberî dadweriya cezayê ya nobetdar û bi tawana "aşkere handan û teşwîqkirina gel ji bo neyartî û kînê" hat girtin.

Dozgeriyê diyar kir ku parvekirinên Partiya Zaferê û alîgirên wê yên li ser medyaya civakî bandor li van bûyeran kiriye.

Hat îdiakirin ku parvekirinên Ozdag dikevin çarçoveya sûcê "handana beşên civakê yên xwedî taybetmendiyên cuda yên civakî, regezî, olî û mezhebî ji bo kîn û neyartiyê."

Ozdag dema ku li xwaringeheke Enqereyê xwarin dixwar hatibû desteserkirin û wî biribûn Stenbolê.

Ozdag bi sûcên heqaret li Serokkomar û handana gel ji bo kîn û neyartiyê kiriye tê tohmetbarkirin.

Parêzera Umît Ozdag, Sevdagul Tunçerê bi rêya hesabê xwe yê Xê di parvekirina xwe de got, "Serokê me yê Giştî ji sûcê heqaretkirina li Serokkomar hat berdan, ji ber sûcê handana gel ji bo kîn û neyartiyê sewqî Dadweriya sulhê hatiye kirin."

Ozdag çi gotibû?

Ozdag di Civîna Şêwirmendiya Serokên Parêzgehan a Partiya Zaferê de ku roja 19ê Kanûna Paşîn li Antalyayê pêk hatibû wiha gotibû:

"Ez piştrast im ku, zerera ku Erdogan û AKPyê daye miletê Tirk û dewleta Tirk ti Şerê Xaçparêzan ê di 1000 salên dawî de pêk hatiye nedaye. Ti Şerê Xaçparêzan nikaribûye sixûran têxe nav dewleta Tirk."

Ozdag îdia kir ku di serdema Erdogan de beşeke mezin a miletê Tirk "ji ber kesên ku bi navê Xwedê xelkê dixapînin ji dînê xwe sar bûne" û got ku di serdema Erdogan de "rêjeya deîst û ateîstan ji sedî 16 derbas kiriye."

Ozdag her wiha ev gotin jî bi kar anîbûn: "Erdogan bi belavkirina dewleta miletê Tirk di nav terîqet û cemaetan de, bi hevparkirina dewletê bi kesên ku şirkê tînin, zererê dide baweriya miletê Tirk û bi derbaskirina bi milyonan penaber û koçberên neyasayî ji bo nav Anatolyayê, çanda miletê Tirk têk dibe. Ya ku çêdibe di rastiyê de faşîzmeke AKPyê ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst