Yilmaz Tunç: Dadgeha Ewropayê bi awayekî siyasî nêzîkî dozên Kavala û Demîrtaş dibe

21-01-2024
RÛDAW
Nîşan Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Selahattîn Demîrtaş Osman Kavala Dadgeha Mafên Mirova a Ewropayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê li ser Dadgeha Mafên Mirova a Ewropayê diyar kir ku, ew bi awayekî siyasî nêzîkî dozên Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş dibe.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç ji medya Tirkiyeyê re li ser mijarên di rojevê de axivî.

Tunç îdia kir ku Dadgeha Mafên Mirova a Ewropayê bi awayekî siyasî nêzîkî dozên Kavala û Demîrtaş dibe û ji aliyê hiqûqî ve nanirxîne.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç got:

“Ji ber biryara Demîrtaş û Kavala rexne li me tê kirin. Li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji bo hemû welatan 34 hezar biryarên binpêkirinê hene.

25 hezar û 407 biryar hatine bicihkirin. Nîveka bicihkirina biryara binpêkirinê ji bo hemû welatan ji sedî 79 e, ev yek li Tirkiyeyê ji sedî 89 e.

Wate ji yê hemû welatan zêdetir e. Ji sala 2012yan ve ji bo Tirkiyeyê 90 hezar serlêdanên dadgehê hene û hezar û 54 biryarên binpêkirinê hatine dayîn.”

Di rojevê de Efûya Giştî nîne

Tunç derbarê Paketa Darizandinê ya Heştemîn de jî destnîşan kir ku heta dawiya meha Sibatê dê li Parlamentoya Tirkiyeyê were gotûbêjkirin lê di rojeva wan de Efûya Giştî nîne.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di civînên xwe yên di navbera 29ê Çiriya Paşîn û 2ê Kanûna Pêşîna 2021ê de mijara berdana Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş xiste rojevê.

Ji ber ku biryara Dadgeha Ewropayê ya derbarê Osman Kavala de nehat bicihkirin, biryar da ku derbarê Tirkiyeyê de pêvajoya binpêkirinê bide destpêkirin.

Di çarçoveya biryarê de dibe ku bi ser Tirkiyeyê de ceza bê sepandin lê heta niha tiştek nehatiye diyarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst