Hakan Fîdan bi Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê re civiya

21-01-2024
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Hemas Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê bi Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê re civiya.

Li gorî agahiya ku Anadolu Agencyê ji çavkaniyên dîplomatîk bi dest xistiye, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye qebûl kir.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de mijarên wekî agirbesta şerê li Xezeyê, zêdekirina alîkariyên mirovî, berdana dîlan û ji bo aştiya mayînde çareseriya du dewletî hatin gotûbêjkirin.

Şerê Hemas û Îsraîlê yê li Xezeyê ji 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan ve berdewam dike ku heta niha ji her du aliyan bi deh hezaran kes hatin kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst