Dayikên Şemiyê, Xelata Mafên Mirovan û Azadiyê ya Tahir Elçî wergirt

21-01-2024
RÛDAW
Nîşan Dayikên Şemiyê Weqfa Tahir Elçî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dayikên Şemiyê Xelata Mafê Mirovan û Azadiyê ya Tahir Elçî wergirt.

Li parêzgeha Enqereyê ya Tirkiyeyê, ji aliyê Weqfa Mafên Mirovan a Tahir Elçî ve, 2yemîn merasîma Xelata Mafên Mirovan û Azadiyê hat lidarxistin.

Di merasîmê de Dayikên Şemiyê hêjayî xelata Mafê Mirovan û Azadiyê ya Tahir Elçî hatin dîtin.

Serokê berê yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu xelata Dayikên Şemiyê da.

Parlamenterê CHPyê yê Stenbolê û hevjîna Tahir Elçî, Turkan Elçî di merasîmê de axivî û got:

“Weqfa Tahir Elçî, Dayikên Şemiyê hêjayî xelatê dîtine. Bi destûra we ez dixwazim hinekî behsê bikim.

Dayikên Şemiyê wêneyên windayan li ser singa xwe hilgirtin û daxwaza edaletê kirin.

Bêyî ku tundiyê bikin, tevî hemû bêedaletî, tundî, astengî û bêhiqûqiyan berxwedaneke mafdar meşandin.

Bi vî rengî, ji bo civaka ku bêdeng e bûn deng û li dijî polîtîkayên bêcezatiyê têkoşiyan.

Têkoşîna dayikan li ber çavê me gelekî binirx e.”

Kiliçdaroglu: Divê dewlet ji vê şermê xilas bibe

Kemal Kiliçdargoglu dema ku xelata dayikan dayê got:

“Ji bo dewletekê, bûyereke ku nehatiye çareserkirin şerma herî mezin e.

Divê dewlet ji vê şermê xilas bibe.

Eger em demokrasiyê û mafê mirovan diparêzin, eger em qedrê didin mirovan, pêwîst e dewlet ji vê şermê xilas bibe. Rêya vê jî berxwedan e.

Berxwedana Dayikên Şemiyê di vî alî de berxwedaneke mafê ye.

Ne tenê em divê hemû mirovahî jê re rêzê bigire.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst