Hikûmeta Tirkiyê şêweya cîbicîkirina biryarên DMME dinirxîne

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Tirkiyê gotûbêjan li ser bicîhkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dike û di vê çarçoveyê de jî reşnivîsekî bi 50 madeyan hatiye amadekirin.

Şeş wezaretên Tirkiyê reşnivîsek li ser bicîhkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê  amade kirine û ew reşnivîs pêşkêşî Serokomarê Tirkiyê kirine û biryar e piştî çend rojan ji raya giştî re jî bê ragihandin.

Li gorî wê reşnivîsê, hejmareke kesên ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryara qerebûkirina wan an jî azadkirina wan daye, dê di çarçoveya gotûbêjên her 6 wezaretan û komîteya taybet a bicîhkirina biryarên navdewletî, karên wan bêne birêvebirin.

Medyaya Tirkiyê jî ragihandiye ku di çarçoveya karûbarên reformên siyasî û aborî yên ku serokomarê Tirkiyê behs kiriye de, ew reşnivîs hatiye amadekirin û dê ji dadgehan re jî bê şîrovekirin ku ka divê wan biryaran çawa bicîh bikin.

Di demên derbasbûyî de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di derbarê çendîn kesayetên ku li Tirkiyê girtî ne, biryara azadkirin û qerebûkirinê dabû.

Endamên wê komîteya taybet jî dibêjin, tiştekî wisa tine ye ku ew biryar weke xwe bêne bicîhkirin, lê ew gotûbêjan li ser awayê bicîhkirina wan biryaran dikin.