Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Tirkiyê gotûbêjan li ser bicîhkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dike û di vê çarçoveyê de jî reşnivîsekî bi 50 madeyan hatiye amadekirin.
Şeş wezaretên Tirkiyê reşnivîsek li ser bicîhkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê amade kirine û ew reşnivîs pêşkêşî Serokomarê Tirkiyê kirine û biryar e piştî çend rojan ji raya giştî re jî bê ragihandin.
Li gorî wê reşnivîsê, hejmareke kesên ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryara qerebûkirina wan an jî azadkirina wan daye, dê di çarçoveya gotûbêjên her 6 wezaretan û komîteya taybet a bicîhkirina biryarên navdewletî, karên wan bêne birêvebirin.
Medyaya Tirkiyê jî ragihandiye ku di çarçoveya karûbarên reformên siyasî û aborî yên ku serokomarê Tirkiyê behs kiriye de, ew reşnivîs hatiye amadekirin û dê ji dadgehan re jî bê şîrovekirin ku ka divê wan biryaran çawa bicîh bikin.
Di demên derbasbûyî de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di derbarê çendîn kesayetên ku li Tirkiyê girtî ne, biryara azadkirin û qerebûkirinê dabû.
Endamên wê komîteya taybet jî dibêjin, tiştekî wisa tine ye ku ew biryar weke xwe bêne bicîhkirin, lê ew gotûbêjan li ser awayê bicîhkirina wan biryaran dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse