Dest danîn li ser kelûpelên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê

Navenda Nûçeyan - Polîsan îro dest danîn ser kelûpelên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ku beriya niha bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê hatibû girtin.


Rêveberiya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê li ser malpera fermî ya Ensîtûyê bi daxuyaniyekê ragihand ku îro polîs çûne avahiyê dest danîne ser kelûpelan. .


Di çarçoveya “Rewşa Awarte” de bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, bêyî agahdarkirina Rêveberiya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê polîsan biser avahiya Ensîtûyê girtibûn û deriyê enstîtuyê mohr kirbûn.

Di daxuyaniya Rêveberiya Enstîtuyê de hatiye gotin ku roja 20.01.2017an mufetîşên Wezareta Darayî ya Tirkiyê tevî du heb polîs û kesekî ji midûrîyeta perwerdehîyê çûnê avahîya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, tiştên tê de gişt tomar kirin û bi zabitnameyekê teslîmê peywirdarê gerînendetîya perwerdehîyê kirin.

Berdewamiya daxuyaniyê wiha hatiye gotin:

“Tevî daxwaza me jî destûr nehate dayîn ku em tiştekî xwe ji avahîyê derxin. Li gorî agahîyên peywirdarê midûrîyeta perwerdehîyê dane, dê hemû tiştên di hundirû de werin birin. Li gorî vê rewşê kelûpelên Enstîtuya Kurdî yên ku bi keda bi hezaran kesan hatibûn standin, bi awayekî neheq û nehiqûqî hatin desteserkirin.

Lê belê dê têkoşîna me ya ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî bidome. Endam û rêveberên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê xebatên xwe yên ji bo xizmeta çand û zimanê kurdî didomînin. Her wiha ji bo ku ev biryara neheq û nehiqûqî were betalkirin jî, kampanyaya me ya îmzeyan dê bidome.”

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji aliyê komek rewşenbîrên kurd ve roja 18'ê Nîsana 1992'yan li Stenbolê hate damezirandin. Armanca damezirandina enstîtuyê ew bû, ku bi awayekî zanistî li ser dîrok, çand, huner, ziman û nasnameya kurdan kar bike.

 

Koma damezirandina Enstîtûta Kurdî ya Stenbolê ji Musa Anter, Yaşar Kaya, Feqî Huseyîn Sagniç, Îsmail Beşikçi, Abdurrahman Durre, Îbrahîm Gurbuz, Cemşîd Bender û Suleyman İmamoglu pêk dihat.