Perwerdê zarokên koçber li Tirkiyê cihê nîqaşê ye

21-01-2017
Mustafa Bayar
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) -  Li Tirkiyê werza pêşî ya sala perwerdê bidawî bû. Lê hejmareke mezin ya zarokên penaber ên Sûriyeyî nikarin biçin dibistan ku ev yek jî pêşeroja wan tarî dike. Gelo çiqas zarokên Sûrî di çi şert û mercan de perwerde dibin û bo çareserkirina kêşeya perwerdê çi xebat têne kirin?


Li Tirkiyê bidawîbûna werza pêşî ya perwerdê careke din mijara zarokên penaber cihê nîqaşê ye ku hejmareke mezin ya wan ji perwerdê bêpar in.


Hin ji wan li dibistanên dewletê û hin jî li dibistanên sûriyan perwerde dibin lê di saleke dawîn de piraniya wan dibistanan hatine girtin. Bi tenê dibistana Can ya li Stenbolê vekirî maye û metirsî heye ew jî were girtin.


Mamoste Medya Keleş ji Rûdawê re wiha got: “Medreseya Can deriyê xwe vedike. 90 xwendekarên me hene û hejmara wan zêdetir dibin. Ji ber ku hikûmeta Tirkiyê hemû dibistanên Sûriyan digire. Ji ber dixwaze zarokên li vê derê fêrî zimanê tirkî bibin. Lê zarokên ereb jî yên kurd jî naxwazin fêrî zimanê tirkî bibin ji ber ku ew dê vegerin welatê xwe. Em bi zimanê erebî û îngilîzî perwerdê didin wan. Em dixwazin zimanê kurdî jî lê zêde bikin lê destûr tuneye."


Li aliyê din Komeleya bi navê WATAN bi beşdariya nûnerê gelek saziyên civakî, li Stenbolê xebateke workshopî ya ji bo 3 rojan li dar xist ku kêşeyê Sûriyan were çareserkirin. Mijara perwerdê jî yek ji xalên girîng ê vê xebata WATANê ye. Li gorî vê yekê Komelaya WATAN digel civaka navdewletî û hikûmeta Tirkiyê dixebite ku kêşeya perwerdê çareser bikin.


Koordînatorê Beşa Perwerdê ya WATANê Iyad Agha jî wiha axivî: "Xebatên me yên li Tirkiyê heye ku ji bo zarok  karibin biçin dibistanên Tirkiyê. Em li herêmeke teng dixebitin, li HATAYê dibistanên me hene. Bi hezaran xwendekarên me hene ku bi tenê dixwazin biçin dibistanên Tirkiyê. Gelek ji wan dimeke dirêje ji perwerdê dûr mane û her tişt jî bîr kirine. Em piştgiriyê dide wan ku ji bo perwerdê amade bibin û paşê biçin dibistanê.”


Li gorî lêkonîke Saziya Lêkolînên Civakî, Siyaset û Aboriyê (SETA) li Tirkiyê nêzî 850 hezar zarokên Sûrî hene ku di çaxa xwendinê de ne. 170 hezarên wan li dibistanê fermî û 326 hezarên wan jî li dibistanên demkî perwerde dibin.  Lê dawiya mayî ango ji sedî 40ê wan ji mafê perwerdê bêpar in. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst