Bahçelî: Hevdîtina Ocalan û DEM Partiyê dê me memnûn bike

Hewlêr (Rûdaw) - Devlet Bahçelî got, “Hevdîtîna Ocalan û DEM Partiyê dê me memnun bike, dê bibe destpêkeke xêrê.”

Bahçelî gotibû ku divê DEM Partî û Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan hevdîtineke bikin, hevserokên DEM Partiyê ji bo hevdîtinê serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê dabû.

Tê pêşbînîkirin ku şandeya DEM Partiyê hefteya pêşiya me here Girava Îmraliyê.

“Nêrînên me neguherîne”

Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî careke din li ser heman mijarê axivî û got:

“Nêrînên me neguherîne, sûd di pêkanîna vê hevdîtinê de heye.

Em dikevin sala 2025an, dê bibe destpêkek xêrê û me memnûn bike.

Li gorî min dê ji bo her mirovê me yê ku li Tirkiyeyê dijî bibe wesîleya xêrê.”