Erdogan: Gelê Sûriyeyê dê biryara xwe bide

Hewlêr (Rûdaw) - Recep Tayyîp Erdogan got, “Edî xelkê Sûriyeyê dê biryara paşeroja Sûriyeyê bide.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dema vegera ji Misirê pirsên rojnamegeran bersivandin.

Erdogan got, Em dê di avakirina Sûriyeya nû de bi hev re bixebitin” û diyar kir, “Edî xelkê Sûriyeyê dê biryara paşeroja Sûriyeyê bide.”

Recep Tayyîp Erdogan li ser Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) îdia kir ku “Êdî paşeroja wan nîne” û ji bo wan “Taliya rê xuya kiriye.”

Erdogan dîsa Rojavayê Kurdistanê bi rengê “teroristan”ê bi nav kir û got:

“Dema li Sûriyeyê rewşeke ewle bê avakirin dê rêxistinên terorê nikaribin ji xwe re endaman peyda bikin.

Ji niha û bi şûn de li herêma me rêyên aştiyê û aramiyê vekirîne.”