TURK-ÎŞ: Pêşniyara me bo mûçeyê kêmane 9 hezar lîre ye

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo eşkerekirina mûçeyê kêmane civînên hikûmeta Tirkiyê û nûnerên karkeran berdewam in û biryar bû îro mûçeyê kêmane bo sala 2023an eşkere bibe, lê ji ber ku her du aliyan li hev nekir mûçeyê kêmane nehat eşkerekirin.

Civîna Sêyemîn a Komîsyona Diyarkirina Mûçeyê Kêmane îro Sêşemê 20ê Kanûna 2022an demjimêr 14:00 li Wezareta Kar û Ewlehiya Civakî hat sazkirin. Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî yê Tirkiyê Vedat Bilgin ragihandibû ku hêviya wî heye di civîna roja Sêşemê de li hev bikin û mûçeyê kêmane bê eşkerekirin. Dihat çaverêkirin mûçeyê kêmane yê bo 6 mehên destpêkê yên sala 2023an ji aliyê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve bê eşkerekirin. Lê ji ber ku hikûmet û saziyên karkeran li ser mûçeyê nû li hev nekirin, mûçeyê kêmane nehat diyarkirin.

Serokê Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Tirkiyê (TURK-ÎŞ) Ergun Atalay ragihand, ku wan bi fermî ji hikûmetê daxwaza 9 hezar lîre kirine. Di demekê de mûçeyê kêmane niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 5 hezar û 500 lîre ye.

Serokê TURK-ÎŞê Ergun Atalay got “Pêvajoyeke ku 20 roj in berdewam dike. Hevalên me îro civîna sêyemîn kirin. Berî demjimêrekê bang li min jî kirin, ez hatim. Me 1ê mehê got TURK-ÎŞ 40 sal in li Tirkiyê lêkolînekê dike. Hevalên me yên pispor derbarê hejarî û xizaniyê de 40 sal in dixebitin. 1ê mehê sînorê birçîbûnê yê TURK-ÎŞê 7 hezar û 785 lîre bû, sînorê hejariyê jî 10 hezar lîre bû. 20 roj in pêşniyara TURK-ÎŞê 7 hezar û 785 lîre bû. Me pêşniyara xwe niha ji birêz wezîr û komîsyonê re got. Pêşniyara fermî ya TURK-ÎŞê 9 hezar lîre ye. Eger bidin em ê li ser maseyê rûnin û îmze bikin, eger nedin jî em di nav vî karî de cih nagrin.”