Ferhat Encu: Tekez dê rojekê hesabê vê bêqanûniyê bê pirsîn

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Ferhat Encu piştî ku ket ber êrişa polîsan û doh Duşembê bo cara duyem hatibû desteserkirin, piştî hat berdan di peyamekê de ragihand: “Tekez dê rojekê hesabê vê bêqanûniyê bê pirsîn”.

Roja 18ê Kanûna 2022ê ji bo piştgiriyê bide malbatên girtiyan ên ku di çalakiya Nobeta Edaletê de bûn, li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê Encu û beşdarên çalakiyê ketibûn ber êrişa polîsan û polîsekî şimaqek li Encu dabû.

Piştî belavbûna wan dîmenan li ser medyayê, gelek aliyan nerazîbûn pêşan dan.

Parêzgarê Stenbolê jî ragihandibû ku derbarê dîmenên derketine holê de lêpirsîn dane destpêkirin. Roja 19ê Kanûna 2022ê jî Ferhat Encu ligel hejmarek ji beşdarên çalakiyê ji aliyê polîsan ve hatibûn desteserkirin.

Encu doh demjimêrên êvarê piştî hat berdan li ser hesabê xwe Twitterê peyamek belav kir û ragihand: “Piştî çend demjimêr dîlgirtin em niha azad in. Tekez dê rojekê hesabê vê bêqanûniyê bê pirsîn. Ez spasiya kesên ku ji duh ve piştgiriya me dikin, dikim. Mixabin ev du roj e ji ber ez rastî binçavkirina faşîzmê têm, min nikarî bersiva peyamên hatine bidim. Yek kêliyê jî em paş de gavan navêjin. Em dê li dijî faşîzmê berxwedana xwe berdewam bikin.”