Li Kocaeliyê 6 endam û rêveberên HDPê hatin desteserkirin

20-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kocaeliyê rêveber û endamên HDPê xwestin daxuyaniyekê li dijî tûndûtîjiya li ser endamên HDPê bidin, lê polîsan rê bi wan neda û 6 kes desteser kirin.

Rêkxistina HDPê ya Kocaelî 19ê Kanûnê di demjimêrên şevê de xwest li Parka Îzmît Sabri Yalim a Kocaeliyê kom bibin û daxuyaniyekê di derbarê êrişa polîsan ya li dijî Hevserokê Rêkxistina HDPê yê Stenbolê Ferhat Encu de bidin.

Polîsan avahiya HDPê ya nêzîkî parkê dorpêç kir. Lê tevî dorpêça polîsan jî HDPyî ji avahiyê derketin û çûn Parka Îzmît Sabri Yalim. Endamên HDPê li vir pankart vekirin û xwestin daxuyaniyekê bidin lê polîsan nehişt û mudaxeleyî girseyê kir.

Hevserokê Rêxistina HDPê yê Kocaelî Aynur Santo û Şahabettin Işik, 2 rêveberên rêkxistina bajêr bi giştî 6 endamên HDPê hatin desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst