Greva birçîbûnê ya parlamenterên HDP û BDPê bidawî bû

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterên BDP û HDPê yên ku wek nerazîbûna li hember bernedana parlamenterên girtî yên BDPê li parlamentoya Tirkiyê ketibûn greva biçîbûnê, dawî bi çalakiya xwe anîn.

Komek parlamenterên her du partiyên Demokratîk a Gelan (HDP) û Aştî û Demokrasiyê (BDP) roja 17ê Kanûna 2013an li dijî biryara dadgeha Amedê ya redkirina berdana parlamenterên girtî yên BDPê li parlamentoya Tirkiyê li Enqerê dest bi greva birçîbûnê kiribûn.

Li gorî nûçeya DÎHAyê, parlalmenterên ku ketibûn greva birçîbûnê îro (20.12.2013) li parlamentoyê civîneke rojnamevaniyê saz kirin.

Hevseroka HDPê Sebahet Tûncel, di civînê de ragihand ku ew bo protestokirina biryara dadgehê ya derbarê parlamenterên girtî yên BDPê ji roja 17ê mehê ve ketibûn greva birçîbûnê û wiha got: “Lê dema me dest bi grevê kir derket holê ku li Tirkiyê pereyê çiqas mirov hatiye xwarin. Sudfe bû lê li gorî me ev bûyerên han bo zanîna rewşa Tirkiyê bûyerên erênî ne.”

Tûncel her wiha anî ziman ku ji destpêka avabûna Tirkiyê ve heta niha kurd rastî sîstemeke “duhiqûqî” hatine û wiha axivî: “Li Kurditanê hiqûqek û li Tirkiyê jî hiqûqek din tê cîbicîkirin. Me hertim got sedema serekî ya pevçûn û nakokiyan ev sîstema duhiqûqî ye.”

Hevseroka HDPê destnîşan kir ku di heyama grevê de digel parlamenterên opozîsyon û partiya desthilatdar jî hevdîtin pêk anîne û ji wan xwastine ku ev bêqanûnî û bêhiqûqî bidawî bibe û wiha got: “5 hevalên me ji ber ku siyaseta demokratîk diparêzin, girtî ne û divê bên berdan.”

Sebahet Tûncel, behsa operasyonên vê dawiyê yên “gendelî û bertîlxwarinê” jî kir û ragihand, ev bûyerên han dihatin zanîn lê dihatin veşartin û wiha got: “Hikûmeta AKPê alîgirê serdestan ne nek alîgirê kedkaran. Ma ne şerm û fedî ye hikûmeta ku 4 wezîrên wê tevlî van tiştan bûne, heta niha jî dest ji karê xwe bernedane?”

Tûncel anî ziman ku ev kirîz û şerê niha, şerê desthilatê yê navbera Hikûmeta AKP û Cemaeta Gulen e û wiha axivî: “Hikûmet û cemaet ji sala 2002an ve bi hev re dixon û vedixon niha jî hevdû dixon. Zirar tenê digihîje gel û kedkaran. Emê bi ser wan gendeliyan de biçin.”

Sebahet Tûncel da zanîn ku pêşniyarek amade kirine û dê pêşkêşî parlamentoyê bikin bo berdana parlamenterên gitî yên BDPê û eşkere kir, heta niha ti partiyekê dijberiya vê yekê nekiriye û gotine dê binirxînin.

Parlamenterê HDPê Sirri Sureya Onder jî di civînê de axivî û derheqê girtina parlamenterên BDPê de bi tundî rexne li dewletê kir û wiha got: “Tu ji aliyekî ve dibêjî ezê mafê siyaseta demokratîk bidim kurdan, kurd jî vê yekê bawer dikin û dest ji çekên xwer berdidin lê li aliyê din tu mirovên ku wan hilbijartî, dixî zîndanê. Ev tê wateya ragihandina şer li dijî kurdan.”

Parlamenterên ku li parlamentoya Tirkiyê ketibûn greva birçîbûnê, ev bûn: Hevserokên HDPê Sebahet Tûncel û Ertûgrul Kurkçu, parlamenterên HDPê Sirri Sureya Onder û Levent Tûzel û parlamenterên BDPê Demîr Çelikî û Ozdal Ûçer.