Hevseroka DEM Partiyê: Divê tecrîd rabe û Ocalan biaxive

20-11-2024
RÛDAW
Nîşan Tulay Hatîmogullari Îzmîr DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka DEM Partiyê got, “Em di wê baweriyê de ne rabûna tecrîda li Îmraliyê û derketina Ocalan û axaftinên wî dê sûdeke mezin bigihîne gelên herêmê.”

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê beşdarî Civîna Birêxistinbûna Herêma Egeyê ya partiya xwe bû.

Civîn li oteleke navçeya Bayrakliyê ya Îzmîrê hat kirin û hejmarek parlamenter, berpirs û endamên DEM Partiyê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) beşdar bûn.

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari beriya civînê li ser mijarên di rojevê de axivî.

Hatimogullariyê bal kişand ser şer û aloziyên li Rojhilata Navîn û got:

“Li Rojhilata Navîn şerên emperyalîst bi dawî nehatine û egera şerekî di navbera Îran û Îsaraîlê de dê li herêmê bibe sedema karesatên mezin.”

Hatimogullariyê li ser rewşa Kurdan a di nava şer û aloziyên li herêmê de û anî ziman:

“Pêwîst e em di nava vê atmosferê de têkoşîna ku gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê dide di nava vê tabloyê de binirxînin.

Em di pêvajoyeke wiha re derbas dibin ku li vê derê bi taybetî divê em pêşhatên li Bakur û Rojhilatê Sûriye û Rojavayê jî binirxînin.”

Hevseroka DEM Partiyê diyar kir ku pêşhatên li herêmê di siyaseta Tirkiyeyê de jî guherîn li pey xwe anîne û tekez kir ku Tirkiye di vê pêvajoyê de di nava nakokiyan de siyasetê dike.

“Divê tecrîda li ser Îmraliyê rabe û Ocalan biaxive”

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari da zanîn:

“Siyaseta ku heta niha Tirkiye dimeşîne ne li ser bingehên dîplomatîk û diyaloga aştiyane ye.

Em bi salan e dibêjin ew siyaseta ku Tirkiye dimeşîne dê rojekê bi delinga wê ve bimîne û em niha vê rewşê eşkere dibînin.

Me ji bo aştiyeke bi rûmet û çareseriya demokratîk ji niha ve dest bi têkoşînê nekiriye.

Bi dehan salan e me wekî aliyên demokratîk ên li Tirkiyeyê bi hev re bi qasî ku ji destê me tê hewl daye sûdê bigihînin aştiyê.”

Hevaseroka DEM Partiyê ragihand ku nerîna xelk û civaka Tirkiyeyê ya li ser çareseriya Pirsa Kurd jî guheriye û got:

“Em dizanin ku niha dema hûn televîzyonan vedikin axaftinên li ser Birêz Ocalan tên kirin û li ser van pêşhatên nû axaftin tên kirin.

Ev jî tê wê wateyê ku niha civaka Tirkiyeyê derbarê axaftina li ser Pirsa Kurd de nerînên xwe vekirine.

Me careke din dît ku di nava civaka Tirkiyeyê de aliyekî berfireh vê pirsê dinirxîne û ev pirs êdî bûye rojeva Tirkiyeyê.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Hevseroka DEM Partiyê behsa rola Rêberê Girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan a di pêvajoya nû ya çareseriya Pirsa Kurd de jî kir û da zanîn:

“Em di wê baweriyê de ne rabûna tecrîda li Îmraliyê û derketina Ocalan û axaftinên wî yên derbarê Pirsa Kurd û pêşhatên dawî yên li herêmê de, ne tenê Kurd û gelên Tirkiyeyê dê her wiha sûdeke mezin bigihîne gelên herêmê jî.

Em di wê baweriyê de ne dê xizmeteke mezin ji bo aştiya herêmê bike.

Ji ber wê em dibêjin divê tecrîda li ser Îmraliyê rabe û Ocalan biaxive.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst