Konsera Pervîn Çakarê ya Stenbolê karvedan li pey xwe anîn

20-11-2023
RÛDAW
Serokê CHPyê Ozgur Ozel destê Çakarê maç kir/Wêne: Ozgur Ozel
Serokê CHPyê Ozgur Ozel destê Çakarê maç kir/Wêne: Ozgur Ozel
Nîşan Pervîn Çakar Konser Opera Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sopranoya Kurd Pervîn Çakar dest bi rêzekonseran kiriye û şeva borî li bajarê Stenbolê bû.

Amadebûna hejmarek siyasetmedar bû sedema karvedanan.

Serokê CHPyê Ozgur Ozel li gel parlamenterê partiya xwe yê Amedê Sezgîn Tanrikulu û hejmarek parlamanterên din çûbû konserê.

Ji HEDEPê jî Hevseroka berê Pervîn Buldan mêvana konserê bû.

Serokê CHPyê Ozgur Ozel destê Çakarê maç kir û li ser hesabê xwe yê tora civakî çend wêneyên konserê belav kirin û anî ziman:

“Em li sahneya Operayê ya Sureyaya Kadikoyê beşdarî konsera “Şeveke Operayê” bûn ku ji aliyê hunermenda navdar Pervîn Çakarê û piyanîst Paolo Villa ve hat pêşkêşkirin.

Bi qasî performansa Çakarê peyamên wê yên aştî û biratiyê û parvekirina êşên me yên erdhejê jî balkêş bû.”

Piştî konserê Çakar rûbirûyî êrişên tund ên nijadperest bû.

Wan Serokê nû yê CHPyê bi wê yekê tohmetbar kir ku destê kesekê maç kiriye ku wek dagirker li dewleta Tirkiyeyê dinêre û daxwaza dewleteke Kurdî dike.

“Mafê min e ku bi zimanê dayika xwe stranan bibêjim”

Soprano Pervîn Çakarê bi rêya nivîseke li ser hesabê xwe yê tora civakî Xê karvedan nîşan da û got:

“Min li wê şanoya dîrokî di keşûhewayeke xweşik de berhemên xwe bi zimanên Almanî, Çekî, Îtalî û Fransî, herwiha bi zimanê xwe yê dayikê bi Kurdî pêşkêşî bînerên xwe kirin.

Mafê min ê herî mezin e ku bi zimanê dayika xwe stranan bibêjim. Planeke min nîne ku ji bo vê yekê daxwaza destûrê ji kesekî bikim.

Baştir e ku bi rêya hunera xwe bersiva gotinên nijadperestiyane û sivikatiyan bidim.”

Pervîn Çakar 17ê mehê li Enqere û 18ê mehê li Îzmîrê konser dan. Ligel pêşkêşkirina konsera Stenbolê ya di 19ê mehê de dawî li rêze konserên xwe yên li Tirkiyê anî.

Pervîn Çakar sala 1981ê li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye û li Îtalyayê opera xwendiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst