Dê û keç di asansorê de hatin xeniqandin

20-11-2023
Nîşan Manîsa Jin Xeniqandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Salîhliyê ya Manîsaya Tirkiyeyê dê û keçek di asansorê de hatin kuştin.

Cîranê wan dema xwest bi asansorê dakeve xwarê, di asansorê de termên Devrîm Guler (48) û keça wê Doga Etyemezê (18) dîtin.

Piştî agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê destnîşan kir ku her du jin mirine.

Li gorî lêkolînên ewil, dê û keç hatine xeniqandin.

Piştî lêpirsîn û lêkolînan derket holê ku gumanbar cîranê wan ê bi navê A.Y. ye.

A.Y. piştî bûyerê çûye Enqereyê lê li wê derê hat desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst