Hevjîn û 3 zarokên xwe kuştibûn: Bi xwe jî mir

Hewlêr (Rûdaw) - Ozgur Naymanê ku li navçeya Beyogluyê ya Stenbolê, bi çekê hevjîna xwe û 3 zarokên xwe kuştibûn û hewla xwekuştinê dabû, mir.

Bûyerê 12ê Çiriya Paşînê li Kolana Yokuşbaşiyê ya Taxa Haciahmetê ya navçeya Beyogluyê ya Stenbolê rû da.

Ozgur Nayman, hevjîna xwe Sevîlay Nayman û zarokên xwe Çinar Alî Nayman, Hezdar Alaz Nayman û Ozgur Bugra Nayman bi çekê kuştibûn.

Ozgur Nayman piştî ku zêdetirî hefteyekê li nexweşxaneyeke taybet hat dermankirin, canê xwe ji dest da.

Nûçegihanê Rûdawê yê Stenbolê Rawîn Stêrk çûbû taxa ku malbata Naymanan lê dijiya û bi cîran û xizmên wan re axivîbû.

Li gorî agahiyên Rawîn Stêrk, Ozgur Nayman madeyên hişbir bi kar dianîn û di lêgerîna polîsan de jî li malê madeyên hişbir hatine dîtin.

Derket holê ku ji ber madeyên hişbir û çend tawanên din qeydên sabikayê yên Ozgur Nayman hene.

Berê jî hewla xwekuştinê daye

Herwiha hat zanîn ku Ozgur Nayman berî çend salan jî hewl daye ku xwe bikuje.

Xizmên malbatê diyar kir ku ew nebûne şahidê pevçûnên wan û dibêjin komkûjiyê ji ber pirsgirêkên derûnî yên Ozgur Nayman rû daye.

Hat diyarkirin ku Sevîlay Nayman ji Dêrsimê û Ozgur Nayman jî ji navçeya Dêrikê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ne.

Hat zanîn ku Ozgur Nayman berî 3 rojan têkildarî komkûjiya ku kiriye li ser hesabê xwe yê Xê parvekirinek kiriye lê kesî parvekirina wî nedîtiye.