Iraq nêzîk e komkujiya li dijî Kurdên Êzidî wek 'jenosîd' nas bike
Hewlêr (Rûdaw) - Endamekî Lijneya Yasayî ya Parlamentoya Iraqê diyar kir ku lijneyê pêşnûmeya dosyaya Kurdên Êzidî weke jenosîd pejirand û li benda serokatiya parlamentoyê ye ku wê bixe rojeva yek ji civînên parlamentoyê. Li gorî pêşnûmeyê, hikûmeta Iraqê qerebûkirina qurbaniyan qebûl dike û dê zextê li welatan bike ku wan kesên ku li dijî Êzidiyan sûc kirine daku radest bikin.
Endamê Lijneya Yasayî ya Parlamentoya Iraqê Dara Sêkanyanî ji Rûdawê diyar kir ku komîteyên wan projeyasaya naskirina komkujiya Êzidiyan weke jenosîd pejirand û diyar kir ku ew li bendê ne ku Serokatiya Parlamentoya Iraqê pêşnûmeyê bixe rojeva xwe.
Dara Sêkanyanî got: “Pêşnûmeya qanûna naskirina jenosîd' Êzidiyan herî dawî ji bo nêrîn, guhertinên qanûnî û sererastkirina pirsgirêkên hiqûqî yên heyî pêşkêşî komîsyona me hat kirin. Pêşnûme temam bû û me bi yekdengî qebûl kir û şand. Em li bendê ne ku Serokatiya Parlamentoyê pêşnûmeyê bixe rojeva xwe û pêşkêşî dengdanê bike.”
Derbarê naveroka pêşnûmeyê de Sêkanyanî got: “Çend xal di berjewendîya dosyayê de hene û hinek mafên ewên ku hiziyan gihiştine wan tê vegerandin. Di xala 5emîn a pêşnûmeyê de, li gorî qanûna hejmara 20an a sala 2016an a derbarê Mexdûrên Teror û Leşkerî de ji bo kesên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin an jî revandin, dê bên qerebûkirin.”
Sêkanyanî madeya 6emîn a pêşnûmeyê wiha zelal kir: “Li gor maddeya 6ê ya proje yasayê, hikûmeta Iraqê neçar e daxwaza radestkirina serkirdeyên DAIŞê yên li welatên din û kesên ku bi tawanên dijî Êzidiyan hatine tawanbarkirin bike, da ku werin dadgehkirin û cezakirin.”
Parlamentoya Fransayê yekem parlamento bû ku di sala 2016an de komkujiya Êzidiyan weke jenosîd nas kir. Pişt re jî parlamentoyên weke welatên Hollanda, Belçîka û Almanyayê komkujiya ku DAIŞê li dijî Kurdên Êzdî pêk anîbû wek 'Jenosîd' nas kiribûn.
Derbarê heman pêşnûmeyê de Parlamenterê Kurdê Êzidî li Parlamentoya Iraqê Şerîf Silêman jî got: “Heta niha parlementoyên 11 welatan sûcên li dijî Êzidiyan weke jenosîd qebûl kirine. Divê demildest ev pêşnûme bê qebûlkirin. Ev yek dê hikûmeta Iraqê neçar bike ku komkujiya Êzidiyan wek jenosîd nas bike, hin mafan ji qurbaniyan wan re vegerîne, kesên ku hîna jî ji ber DAIŞê êş û azarê dikişînin ji nû ve perwerde bike û herêmên wan ji nû ve ava bike.”
3ê Tebaxa 2014an de, endamên DAIŞê êrişî navçeya Şingalê ku Kurdên Êzdî lê dijîn kirin. DAIŞê bi hezaran Kurdên Êzdî kuştin û 6 hezar û 410 kes ku bi piraniya wan jin û zarok bûn revandin.
Bi sed hezaran Êzdiyên ku ji êrîşê reviyan xwe spartin çiyayê Şingalê, Herêma Kurdistanê û Rojava.
Tevî ku 7 sal bi ser komkujiyê re derbas bû, lê dîsa jî bi hezaran Êzdî li kampên Herêma Kurdistanê dimînin.
Kuştina girseyî ya Kurdên êzdî ji aliyê DAIŞê ve li ber çavê hemû cîhanê, êşkenceya sîstematîkî û destdirêjiya cinsî li ser kesên ku ew revandin û wan wekî "xenîmetên şer" binav kirin wekî tawanek mirovahî ya mezin hate tomarkirin.