Tohmetbarekî din ê kuştina malbata Kurd hat azadkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Bi biryara dadgehê kesekî din ji tohmetbarên dosyeya kuştina heft endamên malbata Kurd a parêzgeha Konyayê ya Tirkiyê hat azadkirin. Bi vê biryarê ji 13 kesên ku bi tohmeta destê wan di komkujiya wê malbata Kurd de hebûye hatibûn desteserkirin, 12 hatin azadkirin.
Roja Înê 19ê Mijdara 2021ê Çaremîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê biryara azadkirina Îbrahîm Keleş ê xizmê nêzîkê Mehmet Altun ê kujerê malbata Kurd a parêzgeha Konyayê da. Dadgeha Konyayê 19ê Cotmeha 2021ê derbarê tohmetbarê serekî yê kuştina wê malbata Kurd Mehmet Altun de cezayê heft car zîndanîkirina heta hetayê dabû, herwiha dayîk, bav û hevjîna wî hatibûn azadkirin.
Êvara roja Înê 30ê Temûza 2021ê, heft endamên malbateke Kurd li navçeya Meram a bajarê Konya yê Tirkiyê bi çekê hatin kuştin ku çar ji wan jin bûn. Kujerê wê malbata Kurd, bo veşartina tawanê xwe, agir bi mala wê malbata Kurd xist, lê pişt agahdarkirina aliyên peywendîdar, agir ji aliyê tîmên Berevaniya Şaristanî ve hat vemirandin.
Berî bikom kuştina wê malbata Kurd, roja 12ê Gulana îsal jî ketibûn ber êrîşa malbata Keleş û Çalik ên cîranên wan. Di çarçoveya lêkolînekê de ku ji aliyê Dozgerê Giştî ve hat kirin, 14 kes hatin desteserkirin û ji wê hejmarê 10 kes hatin girtin. Bi desteserkirina Mehmet Altun ê encamderê êrîşê di 5ê Tebaxê de, hejmara yên girtî gehişte 11 kesan.
Piştre ji ber wê êrîşa ku di 12ê Gulanê de bo ser malbata Dedeogullari hat kirin, biryara desteserkirina du kesên din hat dayîn û bi vê jî hejmara girtiyan bû 13 kes. Di wê tohmetnameya ku ji aliyê Dozgerê Giştî yê Konyayê ve hatibû amadekirin û pêşkêşî Çaremîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê hatibû kirin, bi tohmeta pêkanîna tawanê “kuştina biqest” biryara heft car zîndankirina heta hetayê bo encamderê tawan û bo 10 girtiyên din jî bi tohmeta “teşwîqkirina pêkanîna tawanê biqest” daxwaza ferzkirina cezayê zîndanîkirinê hat derxistin.
Piştî bûyerê, Serokatiya Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi tundî ew bûyer şermezar kirin û daxwaza cezakirina kujeran kirin. Aliyên opozisyona Tirkiyê jî nerazîbûn pêşandan û AKP bi derxistina tevlîhevî, siyaseta kîn û nefret û dijayetîkirina Kurdan tohmetbar kirin. Desthilatê jî ragihand ku ti peywendiya vî tawanî bi Kurd û Tirkan ve nîne.