Şanda Îmraliyê vê carê jî bi Wezîrê Dadê Bekir Bozdag re rûdinê

Enqere (Rûdaw) – Hat zanîn ku şanda HDPê ya Îmraliyê piştî Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Yalçin Akdogan dê bi Wezîrê Dadê yê wî welatî Bekir Bozdag re rûnê. Her wiha hat gotin ku “Encumena Çavdêriyê” ya pêvajoyê jî eşkere bûye.

Hevdîtin û diyaloga navbera HDPê û hikûmeta Tirkiyeyê li ser pêşveçûna pêvajoya çareseriyê didome.

Piştî ku şanda HDPê ya Îmraliyê ya ku ji parlamenterên HDPê Pervîn Bûldan, Sirri Sureya Onder û Îdrîs Balûken pêk tê, bi Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan re rûnişt dê vê carê jî bi Wezîrê Dadê Bekir Bozdag re bicive.

Her çiqas roja wê civînê nehatiye eşkerekirin lê li gorî agahiyên Rûdawê, di civîna Bozdag û şanda HDPê de dê li ser wan girtiyên nû yên ku dê biçin Girtîgeha Îmraliyê, were axaftin.

Hat zanîn ku ew girtiyên ku dê herin Îmraliyê li ser daxwaza Ocalna tên destnîşankirin û dê li wir wek sekrterê Ocalan kar bikin.

Sala 2009an 5 girtî bo Girtîgeha Îmraliyê hatibûn şandin ku 4 ji wan girtiyên PKKê û yek jî girtiyê rêxistina komunîstî ya bi navê TÎKKO ye.

Tê gotin ku ew girtiyên ku dê biçin ba Ocalan, dê di muzakereyên dewlet û Ocalan de notan bigirin her wiha lêkolînan bikin.

Her wiha di hevdîtina şanda HDPê û Bekir Bozdag de dê roja çûyîna şanda HDPê bo Îmraliyê jî were kifşkirin.

Ji aliyekî din, televîzyona Al Jazeera Turkê îdia kir ku endamên Encumena Çavdêriya pêvajoya çareseriyê hatine kifşkirin. Li gorî wê televîzyonê, encumen ji 14 kesan pêk tê ku 11 endamên wê dê ji nav Komîsyona Aqilmendan bên hilbijartin.

Wisa tê gotin ku Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle û Endama Rêveberiya Tevgera Demokratîk a Jina Azad (DOKH) Ceylan Bagiryank jî tê tevlî Sekreteryayê bibin.

 

Lê şanda HDPê bêagahiya xwe ji van tiştan tînin ziman.