Serokê Baroya Stenbolê diyar bû: Bi govendê hat pîrozkirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Îbrahîm Ozden Kaboglu / Wêne: Arşîv
Îbrahîm Ozden Kaboglu / Wêne: Arşîv
Nîşan Îbrahîm Ozden Kaboglu Baroya Stenbolê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Baroya Stenbolê kongreya xwe ya 53yan a asayî li dar xist û Îbrahîm Ozden Kaboglu bû serokê nû yê baroyê.

Baroya Stenbolê kongreya xwe ya 53yan a asayî bi beşdariya gelek parêzer û nûnerên rêxistinên civaka sivîl li Navenda Kongreyê ya Halîçê ya Stenbolê li dar xist.

Îro di kongreyê de ji bo hilbijartina serokê nû yê baroyê dengdayîn hat kirin ku 12 namzed hebûn.

Di hilbijartinê de namzedê Koma Parêzerên a ji bo Guherînê Îbrahîm Ozden Kaboglu bi ser ket. 

Piştî ku Kaboglu bi ser ket, endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Heq hiqûq” berz kirin.

Her wiha biserketina Kabuoglu li Navenda Kongreyê ya Halîçê bi gerandina govendê û tilîliyan hat pîrozkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst