Ozel dê biçe serdana Demîrtaş: Metnê bangawaziyê dê were xwendin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Ozgur Ozel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel dê sibe biçe serdana Demîrtaş û tê gotin ku dê piştre bangawaziya Demîrtaş were ragihandin.

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel beriya niha ji Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê xwestibû ku ew dixwaze biçe serdana hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş.

Wezaretê Dadê ya Tirkiyeyê jî bi erênî bersiva Ozel da.

Di vê çarçoveyê de Ozel dê sibe biçe serdana Demîrtaş ku ji sala 2016an ve li girtîgeha Edîrneyê girtî ye.

Li gorî agahiyên medyaya Tirkiyeyê, parêzerên Demîrtaş dê sibe berî hevdîtinê pirtûka Demîrtaş a dawiyê “Arafta Duet”ê wekî diyarî bidin Ozel.

Dê metnê Demîrtaş bidin Ozel

Parêzerên Demîrtaş her wiha dê metnekî ku Demîrtaş amade kiriye jî radestî Ozel bikin ku bi raya giştî re bê parvekirin.

Her wiha tê tê gotin ku ew metin dê mijara sereke ya hevdîtina Ozel û Demirtaş be û dê piştî hevdîtinê dê bi raya giştî re bê parvekirin.

Nîqaşên li ser “pêvajoya nû ya çareseriyê” ev çend roj in li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rojeva sereke ye.

“Em amade ne ji bo aştiyeke birûmet alîkariyê bikin”

Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan piştî nîqaşên "pêvajoya çareseriyê" çûbûn serdana Demîrtaş.

Demîrtaş bi rêya wan gotibû, “Em amade ne ku ji bo aştiyeke birûmet alîkariyê bikin.”

Ozel dê biçe Bakurê Kurdistanê

Li aliyê din, Ozel dê van rojan tevî şandeyekê biçe hinek bajarên Bakurê Kurdistanê.

Li gorî bernameya ku hatiye diyarkirin, Ozel dê roja 23yê Çiriya Pêşîn ji bajarê Amedê dest pê bike û piştre biçe Elih, Mêrdîn, Şirnex, Colemêrg û Wanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst