Wezîr li ser dosyaya Narînê û 'Çeteya Yenîdoganê' daxuyanî da

8 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Yilmaz Tunç Narîn Guran Çeteya Yenîdoganê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç derbarê dosyaya kuştina Narîn Guran û “Çeteya Yenîdoganê” agahî dan.

Yilmaz Tunç li parêzgeha Karabukê pirsên rojnamegeran bersivandin.

Lêpirsîna “Çeteya Yenîdoganê” ku tê îdiakirin rojane 8 hezar lîre ji Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) wergirin pitikên nû ji dayîk bûne di beşa çavdêriya hûr de girtine û bûne sedema mirina wan berdewam dike.

Di vê çarçoweyê de ruxsetên 9 nexweşxaneyan hatin betalkirin.

“Gef li dozgerê ku lêpirsîn bi rê ve dibir hat xwarin”

Yilmaz Tunç li ser pirseke derbarê “Çeteya Yenîdoganê”de got:

“Li ser giliyê kesekî 27ê Adara 2023yan bi rêya Navenda Pêwendiyan a Serokkomariyê (CIMER) pêvajoyê dest pê kir.

Derbarê hinek nexweşxaneyên taybet ên pitikên nû ji dayik bûne gilî hebû û li ser wî giliyî lêpirsîn hat destpêkirin.

Di wê çarçoweyê de delîl hatin komkirin, di wê demê de dozgerî û birêvebiriya tenduristiyê di nav hevahengiyê de bûn.

Lêpirsîn bi awayekî veşartî hat meşandin. Di encama lêpirsîn û lêkolîna salekê de 26ê Nîsana 2024an 47 kes hatin desteserkirin.

Ji wan 4 bijîşk û 18 perestar in û 112 karmendên nexweşxaneyê jî hene.

Bi giştî 22 kes hatin girtin. Li gel 11 bijîşkan derbarê 25 kesan jî biryara kontrola dadî hat dayîn.

Ji wê demê ve amadehiyên îdianameyê dihat kirin, piştî ku îdianame hat amadekirin radestî Dadgeha Cezayên Giran a Bakirkoyê hat kirin.

Gef li dozgerê ku lêpirsîn bi rê ve dibir hat xwarin û derbarê wê yekê jî lêpirsîneke din hatiye destpêkirin.

Niha dadgeh îdianameyê dinirxîne. Piştî ku Dadgeha Cezayê Giran îdianame qebûl kir, di rojên pêşiya me de gumanbarê dê derkevin pêşberî dadgehê."

“Erdogan ferman daye”

Tunç her wiha ragihand ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ferman daye wan ku lêpirsînê bi awayekî baş bikin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê derbarê doza kuştina Narîn Gurana 8 salî jî axivî.

Amadekirina îdianameya Narîn Gurana ku 21ê Tebaxê li gundê Çilûyê yê Amedê “winda” bûbû û 8ê Îlonê termê wê di çemê gund de hatibû dîtin jî berdewam dike.

“Delîl hatin komkirin”

Yilmaz Tunç li ser îdianameyê wiha got:

"Îdianame dê vê hefteyê pêşkêşî dadgehê bê kirin. Lêkolîn û lêpirsîneke berfireh hat meşandin û delîl hatin komkirin.

Li gorî pêşbîniyên me dê îdianame vê hefteyê radestî Dadgeha Cezayê Giran bê kirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst