TIRKIYE - Xwepêşandanên li dijî Îsraîlê berdewam in: 'Kes behsa Rojava nake'

20-10-2023
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Îsraîl Hemas Filistîn Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Çalakî û protestoyên li hemberî Îsraîlê yên piştî bombebarana nexweşxaneyê li tevahiya Tirkiye berdewam dikin.

Çalakiyên herî mezin li Stenbolê li ber Konsulxaneya Îsraîlê bi rê ve diçin û her roj bi hezaran kes li vir Îsraîlê şermezar dike.

Di van çalakiyan de tişta ku herî zêde derdiveke pêş ew e ku grûbên cûda ku di ti mijarî de nayên ba hev, li heman cihî bi heman daxwazê çalakiyan li dar dixin.

Çepgir, nasyonalîst, Kurd, sosyalîst û oldar bi heman hincetê û dor bi dor tên pêşiya konsolxaneya Îsraîlê û çalakiyên xwe li dar dixin.

Protestoyên li hemberî Îsraîlê li Tirkiye awêne û atmosfereke cûda û balkêş bi xwe re tîne.

Ernesto Che Guavera, lîder û îkonên çepgir û sosyalîst, kadroyên partî û komên şoreşger tevî komên oldar, palpiştên îslama tundirew tevî hev li pêşiya mizgeftê ne.

Her grûb an partiyek bi hevokên xwe heman tiştî tînin zimên.

Çalakvan Haci Dolanti got, “Li cîhaneke ku zarok lê têne kuştin ti kesekî xwedî vîjdan nikare li mala xwe rehet rûne.

Em wekî misilmanên hestiyar çend roj in nikarin nan bixwin û avê vexwin. Bila ew zilm bi dawî were êdî.”

Di nava van grûbên ku çalakiyan li dar dixin de heta niha xetên sor û dijberatiyeke tund li hemberî hev hebûn.

Bi taybetî kortejên femînîst û bijîşk û hin rêxistinan digel şermezarkirina Îsraîlê operasyonên li hemberî Rojavayê Kurdistanê jî protesto dikin û desthilatê bi durûtiyê tawanbar dikin ku di heman roja piştgiriya ji bo Filistînê de tezkereya ji bo operasyonên li ser axa Sûriye û Îraqê pesend kiriye.

“Kes behsa Rojava nake”

Dayik Saîme Tekînê wiha axivî, “Ji ber ku Rojava û Filistîn cûda nîn in û ji bo Filîstînê jî canê me dişewite.”

Em dayîk in. Lê kes qala Rojava nake. Binêr ewqas polîs li vir in û destê xwe nadin kesî.

Lê dema em dibên rojava, nahêlin em serê xwe bilind bikin û du kelîmeyan bînin ba hev.”

“Li Rojava jî li Filîstînê jî armanc jin û zarok in”

Cemîle Aktaşê wiha anî ziman, “Li ser sînorên Tirkiyeyê jî li Rojava jî li Filîstînê jî li her derên cîhanê armanc jin û zarok in.

Bedenên jinan li nava şer têne teşhîrkirin. Em ji bo kuştina jin û zarokan şermezar bikin li vir in.”

Di demên normal de grûpên ku tenê dirûşmek jî bo Rojava bilind dikin midaxale li wan tê kirin û ew têne binçavkirin.

Lê li pêşiya Konsulxaneya Îsraîlê polîs ewlehiya wan jî wekî ya hemû komên din werdigire û heta wan ji hevû din jî diparêze.

“Xelkên berxwedêr ew dê bi ser bikevin”

Nûnerê Yekîtiya Bijîşkan Osman Kuçukosmanoglu got, Yek ji dirûşmên herî bi qîmet ‘Bijî Biratiya Gelan e’.

Daxwaza me ew e ku hemû gel li ser axa xwe di nava aştî û aramiyê de bijîn.

Êrişa li hemberî nexweşxaneyê nîşanî me da ku ji emperyalîstan ti xêr ji bo gelên me nîn e.

Xelkên berxwedêr ewê bi ser bikevin.”

Çalakiyên ku li seranserê Tirkiyeyê tên kirin ên herî mezin li ber Konsulxaneya Îsraîlê  bi rê ve diçin.

Dora konsulxaneyê bi bendên hesinî û polîsan hatiye pêçan. Lê çalakvanên ku nikarin xwe bigihînin avahiya konsulxaneyê, bi vî avayî dixwazin zirarê bidinê.

Li ser cadeyê, oldar, sekuler, sosyalîst, kominîst, nasyonalîst, demokrat, tundirew heta koçber û dijkoçberên tund, mil bi mil bo heman armancê di çalakiyan de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst