Di 7 mehan de 35 girtiyên nexweş canê xwe ji dest da: Nayên berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hezar û 517 girtiyên nexweş hene.

 Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş da zanîn ku rewşa tenduristiyê ya 651 girtiyan giran e.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pirsgirêka girtiyên nexweş roj bi roj bi mezintir dibe.

Tevî ku raporên wan ên “nikarin di girtîgehê de bimînin” hene jî cezayê girtiyên nexweş nayê paşxistin an ew nayên efûkirin.

Li gorî amarên Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi tevahî hezar û 517 girtiyên nexweş hene.

Rewşa tenduristiyê ya 651 girtiyan giran e û heta alîkariyê wernegirin nikarin bi tena serê xwe bijîn.

Herwiha di 7 mehên dawî de 35 girtiyên nexweş canê xwe ji dest daye.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji sala 2014an heta sala 2023yan cezaya 15 girtiyên nexweş rakiriye.

Di nav wan 15 kesan de de girtiyên Kurd nînin.