Li Balikesîrê 175 koçber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Ayvalikê ya parêzgeha Balikesîrê ya Tirkiyeyê, di Deryaya Egeyê de 175 koçber hatin desteserkirin.

Hat zanîn ku van koçberan dixwest derbasî Yûnanistanê bibin.

Li Tirkiyeyê di demên dawî de zextên li ser koçberan zêde bûne.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li bajarên hevsînorê Yûnanistanê û li nav Deryaya Egeyê kontrolên xwe zêde kirine.

Tîmên Ewlehiya Peravan a Tirkiyeyê, doh li nav Deryaya Egeyê di du belemên cuda de 175 koçberên ku dixwest biçin Yûnanistanê desteser kirin.

175 koçber piştî karên yasayî radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Balikesîrê kirin.