Li ser Seroka Yekîtiya Pizîşkan lêpirsîna "çekên kîmyewî" hat destpêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ji ber daxuyaniya Seroka Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TBB) Şebnem Korur Fincanci ya li ser “bikaranîna çekên kîmyayî li dijî gerîlayên PKKê” lêpirsîn da destpêkirin.

Li gor daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Enqerê îro Pêncşemê 20ê Cotmeha 2022an bo Seroka Yekîtiya Pizîşkên Tirk Şebnem Korur Fincanci bi îdîaya “propagandeya rêxistina terorê” û “Sivikatîkirina li milet û dewleta Tirk û saziyên dewletê” lêpirsîn hatiye destpêkirin ku Fincanci dema beşdarî bernameyekê bûbû gotibû “Artêşa Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê dijî gerîlayên PKKê çekên kîmyayî bikaraniye.”

Seroka Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TBB) Şebnem Korur Fincanci di bernameyekê de gotibû, “Min berê jî lêkolîn kiribû. Gazeke bi jehr ya ku sîstema hêrsê têk dide hatiye bikaranîn. Gelek corên çekên kîmyayî hene. Her çiqasî bikaranîna wan hatibû qedexekirin jî lê mixabin em dibînin ku di şer de tê bikaranîn.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi armanca piştgiriya Şebnem Korur Fincancı peyamek belav kir û dibêje, “Şebnem Korur Fincancı  jineke aştîxwaz, şareza û zanyareke xwedî wijdan e. Bi wêrekiya xwe dengê milyonan e. Êrîş, zext û gefên li wê tên kirin, tirsa ji heqîqetê ye serdestan e. #ŞebnemKorurFincancı ne tenê ye!”

Navenda Parastina Gel ser bi PKKê berî çend rojan daxuyaniyek belavkiribû ku artêşa Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê Sibata 2021ê di operasyonên herêmên Gare, Zap, Avaşîn û Metîna de “bombeyên ku di qada navdewletî de hatine qedexekirin û çekên kîmyayî yên ku gazên bi jehr derdixînin hatine bikaranîn.” Herwiha ragihandibû ku 17 gerîlayên wan di encama “êrîşa kîmyayî” de canê xwe ji dest dane û nasnameya wan bo raya giştî eşkere kiribûn.