Li Stenbolê polîsan rê neda çalakiya HDPê ya protestokirina "çekên kîmyewî"

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê bi armanca protestokirina “bikaranîna çekên kîmyewî” xwest li navçeya Şirinevler ya Stenbolê daxuyaniyekê bide lê polîsan rê neda wan û Hevserokê rêxistina HDPê ya Stenbolê Ferhat Encû jî di nav de bi dehan kes hatin desteserkirin.

Rêxistina HDPê ya Stenbolê 20ê Cotmeha 2022an li ser hesabê xwe yê Twitterê dîmen û peyamek belav kir ku polîsan rê nedaye daxuyaniya wan û êrîşî wan kiriye.

HDP dibêje, “Daxuyaniya me ya derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de ji aliyê bi hezaran polîsan hat dorpêçkirin û xwestin asteng bikin. Hevserokê me Ferhat Encû jî di nav de bi dehan hevalên me hatin desteserkirin. Ev êrîşkarî hewla veşartina bikaranîna çekên kîmyayî ye ku sucê mirovatiyê ye.”

HDPê doh 19ê Cotmeha 2022an derbarê mijarê de daxuyanî dabû û ragihandibû: “Derbarê operasyonên Tirkiyê yên ji sala 2021ê ve di nav Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê de, belge û îdiayên cîdî hene ku di wan operasyonan de çekên kîmyayî hatine bikaranîn. Ew dîmenên vê dawiyê di medyayê de hatine belav kirin jî van îdiayan bihêz dikin.”

HDPê her wiha banga lêkolînê li saziyên peywendîdar kiribû û diyar kiribû, “Em di serî de bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî  (OPCW) û  Neteweyên Yekbûyî, ligel saziyên navdewletî û raya giştî dikin ku xebateke bi bandortir derbarê mijarê de bikin. Em pêdivî dîbînin ku Rêveberiya  Herêma Kurdistanê îdiayên derbarê bikaranîna çek û kelûpelên kîmyayî di nav axa wê de  bi awayekî cîdî lêkolînan bike.”

Berdevkê AKPê Omer Çelîk jî derbarê îdiayên ku dibêjin, artêşa Tirkiyê li dijî endamên PKKê çekên kîmyayî bi kar aniye daxuyanî da û got, “Yên ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyê bi bikaranîna çekên kîmyayî tohmetbar dikin, perçeyekî tora îftîrayê ne.”