Kanî Torun ji bo Kurdên di nava AKPê de: Hûn piştî wan heqaretan çawa dikarin bisekinin?

20-10-2022
RÛDAW
Nîşan Kanî Torun Partiya Pêşerojê Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Partiya Pêşerojê, li ser gotinên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, banga dest ji kar berdanê li Kurdên di nava AKPê de kir.

Sekreterê Giştî yê Partiya Pêşerojê Kanî Torun îro Pêncşemê 20ê Cotmeha 2022an ji ber gotinên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên ku ji parlementerê berê yê CHPê Mehmet Ali Çelebî yê ku beşdarî AKPyê bibû re gotibû bang li Kurdên di nava AKPê de kir û ji wan xwest ku dest ji kar bikşînin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan duh Çarşemê ji parlementerê berê yê CHPê Mehmet Ali Çelebî û hevjîna wî ya ku beşdarî AKPyê bibû re gotibû “Zarok gelekî girîng in, binêre 5, 10, 15 zarokên PKKyiyan hene.”

Sekreterê Giştî yê Partiya Pêşerojê Kanî Torun, banga xwe bi rêya Twitterê kir û got, “Ez bi rastî meraq dikim bê di serî de berdevkê partiyê, parlementerên AKPyê yên Kurd û peywirdarên teşkîlatên AKPê piştî vê heqareta ku serokê wan ê giştî duh li Kurdan kir çawa dikarin li wê derê bisekinin. Hevalno, îstîfa tevgereke bi rûmet e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst