Îbrahîm Kalin li ser îdiaya 'çekên kîmyayî' daxuyanî da

20-10-2022
RÛDAW
Nîşan Îbrahîm Kalin Tirkiye Çekên Kîmyayî PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin li ser îdiayên ku dibêjin artêşa Tirkiyê li dijî gerîlayên PKKê çekên kîmyayî bikar aniye, daxuyanî da û weke “kampanyaya îftirayê” bi nav kir.  

Îbrahîm Kalin di peyamekê de li ser hesabê xwe yê Twitterê red kir ku artêşa Tirkiyê di operasyonên xwe yên li dijî PKKê de li nav axa Herêma Kurdistanê çekên kîmyayî bikar anîbe.

Kalin got: “Artêşa Tirkiyê, Emniyet û Îstixbarata me, her ku oksîjena rêkxistina terorê dibirin, ew serî li kampanyayên îftirayên nû didin. Derewa çeka kîmyayî hewildanek vala ya wan kesan e ku dixwazin terorê pak û baş nîşan bidin. Dê tekoşîna me ya li dijî terorê bi biyar berdewam bike.”

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk jî derbarê wê îdiayê de daxuyanî dabû û gotibû, “Yên ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyê bi bikaranîna çekên kîmyayî tohmetbar dikin, perçeyekî tora îftîrayê ne.”

Çi bibû

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel a ser bi PKKê ve, roja 18ê Cotmeha 2022ê ragihandibû ku 17 gerîlayên wan di êrîşeke bi çekên kîmyayî ya Tirkiyê de canê xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya NPGê, artêşa Tirkiyê di operasyonên xwe yên li nav axa Herêma Kurdistanê de ku ji meha Sibata 2021an ve destpê kirine, li Gare, Zap, Metîna û Avaşîn “bombe û çekên kîmyayî yên qedexekirî li ser navneteweyî ku gazên jehrîn çêdikin”, bikar aniye.

PKKê herwiha daye xuyakirin ku ji sala 2021an ve heta niha artêşa Tirkiyê 367 caran bombeyên qedexe û çekên kîmyayî li dijî gerîlayên wan bikar aniye û destnîşan kiriye, 46 gerîlayan di wan êrîşan de canê xwe ji dest dane.

HDPê bang li OPCW kiribû

HDPê duh 19ê Cotmeha 2022an derbarê mijarê de daxuyanî dabû û ragihandibû: “Derbarê operasyonên Tirkiyê yên ji sala 2021ê ve di nav Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê de, belge û îdiayên cîdî hene ku di wan operasyonan de çekên kîmyayî hatine bikaranîn. Ew dîmenên vê dawiyê di medyayê de hatine belav kirin jî van îdiayan bihêz dikin.”

HDPê herwiha banga lêkolînê li saziyên peywendîdar kiribû û diyar kiribû: “Em di serî de bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî  (OPCW) û  Neteweyên Yekbûyî, ligel saziyên navdewletî û raya giştî dikin ku xebateke bi bandortir derbarê mijarê de bikin. Em pêdivî dîbînin ku Rêveberiya  Herêma Kurdistanê îdiayên derbarê bikaranîna çek û kelûpelên kîmyayî di nav axa wê de  bi awayekî cîdî lêkolînan bike.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst