Buldan û Sancar ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li Wezareta Dadê dan

20-10-2022
Nîşan HDP Pervîn Buldan Mithat Sancar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka HDPê Ebru Gunay îro di civîneke  çapemeniyê de li navenda giştî ya partiya xwe ragihand ku Hevserokên Giştî yên HDPê Pervîn Buldan û Mithat Sancar ji bo hevdîtina ligel Rêberê PKKê yê girtî Abdullah Ocalan serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyê dane.

Ji bo heman mebestê, Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDPê û parlamenterê wê partiyê yê Rihayê Omer Ocalan û Berdevka HDPê Ebru Gunay jî serlêdan kirine.

Berdevka HDPê bi gotina, “Em dixwazin ku ji bo çareseriyê tecrîdê li Îmraliyê bi dawî bibe”, tekez kir, “Di vê çarçoveyê de li dijî siyaseta şer nîşqakirina çareseriyê, û ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk şandeke ji hevserokên me Pervîn Buldan û Mithat Sancar, Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya partiya me Omer Ocalan û ez jî têde me serdana Wezareta Dadê kir. Em banga xwe ji Wezareta Dadê re dubare dikin da ku bersivek erênî bide serlêdana we.”

Ev 11 sal in ku Ocalan nikare bi awayekî birêkûpêk parêzerên xwe bibîne.

Herî dawiyê Gulana 2019an, pîştî 8 sal navber, destûr hatibû dayîn ku Ocalan parêzerên xwe bibîne û pîştî wê, hevdîtin dîsa hatibûne astengkirin. Hevdîtina Ocalan ligel parêzerên wî ji 27ê Tîrmeha 2011an heta sala 2019an hatibû qedexekirin lê piştî wê, 5 caran di demên cuda de ligel parêzerên xwe hevdîtin pêk anîbûn. Di 25ê adara 2021ê de destûr hatibû dayîn ku Ocalan bi rêya telefonê bi xizmên xwe re biaxive.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst