Dadgeha Destûrî derbarê Baydemir de biryar da

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê (AYM) derbarê serlêdana Serokê Berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Parlamenterê berê yê HDPê Osman Baydemir de biryar da û ragihand ku mafê wî hatiye binpêkirin û dê 30 hezar lîreyên Tirkî wek qerebû bê dayîn. 

Dadgeha Destûrî derbarê biryara paşxistina lêpirsîna derheqê Osman Baydemir de ku sala 2006an ji ber beşdarî çalakiyekê bûbû biryar da û li gor vê biryarê mafê Baydemir hatiye binpêkirin.

Dadgeha Destûrî di biryara xwe ya 15ê Îlona 2021ê de dibêje bi piraniya dengan hatiye qebûl kirin ku mafên civîn, xwepêşandan û di demeke maqûl de darizandinê yê Baydemir hatiye binpêkirin. Li gor vê biryarê dê 30 hezar lîreyên Tirkî wek qerebû bo Baydemir bê dayîn.

Osman Baydemir sala 2006an dema Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû li parêzgeha Dîlokê beşdarî çalakiyekê bûbû û ji ber vê yekê jî hatibû ceza kirin.

Di heman salê de bi hinceta ku çalakî ne yasayî ye 16emîn Serdozgeriya Komarî ya Dîlokê derbarê Baydemir û 16 kesên din de dozname amade kiribû. Di doznameyê de dihat xwestin ku Baydemir û ew 16 kes li gor qanûna sazkirin û birêvebirina xwepêşandan û civînan bên cezakirin.