Rojnameyên Tirkiyê – Berî teqîna Anqara, MÎT bi DAIŞê re rûniştibû!

20-10-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Rojeva îro ya rojnameyên Tirkiyê, eşkerebûna xwekujên teqîna Anqara ye bi giranî. Gellek rojnameyan cî dane teqemeniyên ku li bajarê Entabê bi dest ketin.

ZAMAN


-“Me teqemeniyên ji bo çêkirina bombeyan bi dest xist, ji me standin û ji sînor derbas kirin”..
Midûrekî ewlehiyê li ser sînor bi gazin û hawar wiha diaxive. Van salên dawî, polîs û MÎT dema ji hev re tiştekî dinvîsînin, ji bo El Nûsra û DAIŞê nema dibêjin "terorîst" li şûna wê dibêjin" komên ku şer dikin". Herwiha me pêdawîstiyên bo çêkirina bombeyan bi dest xist, li gel rapora zanistî dîsa jî ji me standin û ji sînor derbas kirin.  Ev demek e ji ber ku doz li polîsên beşdarî operasyonên li dij DAIŞê û grûbên tundrew dibin tê kirin, kes nema dixwaze here operasyonan.

GUNDEM


-Teqîn berhemê şirîkatiya AKP û DAIŞê e.

MÎT, berî teqînê li gel DAIŞê kom bû, DAIŞî gotin armanca me ew e ku em bi HDPê de biteqînin û di bin çavdêriya dewletê de teqîn pêk hat. Endamparlamanê CHPê Eren Erdem; 15 roj berî teqînê MÎT û DAIŞ li hev kom bûn, belgeyên vê hene. DAIŞ harîkarî xwest ji MÎTê û beramberî vê gotin dê ji bo Herêma Tampon ew jî alîkar bin.


- Fîlozofê navdar Slavoy Jîjek dixwaze serdana Ocalan bike. Jîjek; bê çareseriya pirsa Kurd aramî nagihîje Rojhelata Navîn.

HABER TURK


-Şekala qaweyî da dest.

Serdozger agahî dan li ser teqîna Anqara, ji DNAyên parçeyên di nav solekê de eşkere bû nasnameya yê xwekuj. Y.Ş yê ku ji Entabê heta Anqara li gel xwekujên teqînê hat dibêje DAIŞ li Entabê li nav malên wek hucreyan xwe bi rêxistin dike  û her yek ji wan xwedî bernavkekî ye.

VATAN


-10 êlek 9 revî.

Nasnameya xwekujê Anqara Yûsûf Alagoz lê 9ên din reviyan. Li Entabê cebilxaneyek bi dest ket. 2500 kîlo amonyûm nîtrat ku di çêkirina bombeyan de bi kar tê, 25 bombeyên destan û 60 kîlo TNT bi dest ket.


- Mirina bi guman. Rojnamevana Brîtanî Jacky Sutton, hat ragihandin ji ber ku ji balafirra Ji bo Hewlêrê maye, li balafirrxaneya Stembolê xwe kuştiye..Sutton di hevpeyvîna xwe ya dawî de dibêje, li Hewlêrê dema kar dikir tirsiyaye ku bibe hedefê  êrîşên DAIŞê.

SABAH


Erdogan; ewên ku 17-25 Kanûnê û li Geziyê hewla derbekê didan, esas di hedefê wan de ez û projeya balafirrxaneya sêyemîn hebûn.


MILLIYET


Serekvanê teqîna Anqara yê biyanî di nav nîv saetan de karî xwe ji qada teqînê bi dûr bixe. Wêneyê bombevanên duyemîn hate xêzkirin. Li depoya ku li Entabê bi dest ket li gel bi tonan madeyên teqemeniyê, bîlyeyên hesin jî hebûn.


- Jacky çawa mir? Mirina bi guman ya rojnamevana înglîz  li balafirxaneya Stembolê hê jî eşkere nebûye. Hevala pê re ji DAIŞê guman dike.

HURRIYET


-Peyama hessas ji bo Merkel.

Dawûdoglu; me ji Merkel re got bila kes wê hêviyê neke ku Tirkiye ji bo penaberan bibe kampeke konsantrasyonê.


- Li Kirşehirê, agir bi kitêbxaneya Gul xistin piştî ew şewitî îca agir bi ciyê HDPê jî xistin. Polîs nehat ciyê bûyerê.

CUMHURIYET


-Anqara jî qebûl kir ku ji bo 6 mehên din Esad li ser deshilatê bimîne…
- Metropol kompaniya rapirsiyê: dê di vê hilbijardinê de encam zêde neguhere, ne xuya ye ku AKP bi serê xwe bibe deshelat.


- Serokê baroya Diyarbekir Tahir Elçî hat girtin. Elçî di bernameya televîzyonekê de gotibû PKK tevgereke terorî nîne, siyasî ye. Serdozgerî dê îro îfadeya wî bigre.

TARAF


 -Kirîza krîptoyê…
Yek ji Sedemên neliheviya di navbera Tirkiye û Rûsya de van demên dawî ew e ku Tirkiye sîstema krîptoyî ya Rûsya şikand û agahiyên wê da Artêşa Azad. Bi vî awayî Artêşa Azad şikesteke mezin hêzên Esad.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst