Ji hilbijartinên şaredariyan re hindik ma: Akşenerê berbijêrê partiya xwe yê Îzmîrê eşkere kir

20-09-2023
RÛDAW
Nîşan Meral Akşener Hilbijartinên Şaredariyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka ÎYÎ Partiyê ragihand ku parlamenterê wan ê Îzmîrê Umît Ozlale di hilbijartinên  şaredariyan de berbijêrê Îzmîrê ye.

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener ku di hilbijartinên Gulanê de bi CHPyê re di nav Hevpeymaniya Millet de bû, roja sêşemê ragihandibû ku wan dest ji sîstema hevpeymaniyê berdaye û gotibû:

”Ji niha pê ve em bi sîstema hevpeymaniyê re nameşin. Ne tenê îro em dê di hilbijartinên sala 2028an de jî bi serê xwe beşdar bidin.”

Akşener piştî van gotinan îro çû rêxistina partiya xwe ya bajarê Îzmîrê.

Wê li wê derê berbijêrê partiya xwe ya Şaredariya Îzmîrê ragihand ku niha ew şaredarî di destê hevpeymana wê CHPyê de ye.

Akşener diyar kir ku parlamenterê wan ê  Îzmîrê Umît Ozlale di hilbijartinên şaredariyan ên di Adara 2024an de berbijêrê Şaredariya Îzmîrê ye.

Nêzîkî 7 mehên din dê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên şaredariyan bên kirin û dê şaredarên nû bên hilbijartin lê vê care hevpeymaniyên ku di hilbijartinên giştî de hatibûn avakirin belav dibin.

ÎYÎ Partiyê berî niha  ragihandibû ku ew dê bi serê xwe beşdarî hilbijartinên şaredariyan bibe ku hevpeymana herî bihêz a CHPyê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst