Ji ber parvekirinên medyaya civakî biryara desteserkirina 27 kesan hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgariya Komarê ya Enqereyê ji ber parvekirinên li ser hesabên medyaya civakî derbarê 27 kesan de biryara desteserkirinê da.

Serdozgariya Komarê ya Enqereyê bi hinceta ku “wan xwestiye di nav xelkê de hestên û kîn û nefretê çêbikin û agahiyên nerast belav kirine” derbarê gelek kesan de li 13 parêzgehan lêpirsîn da destpêkirin.

Serdozgariya Komarê ya Enqereyê bi heman hincetê derbarê 27 kesan de jî biryara desteserkirinê da.

Li gorî daxuyaniya Serodozgariya Komarê ya Enqereyê, di encama lêkolînê de, hatiye zanîn ku hinek hesaban medyaya civakî, “bi agahiyên nerast hewl didin di nav xelkê de hestên kîn û nefretê pêş bixin.”

Serdozgeriya Enqereyê got ku ji ber wan parvekirinên li ser hesabên medyaya civakî derbarê wan hesaban de lêpirsîn hatiye despêkirin.

Lêpirsîn li parêzgehên Riha, Sêrt û Mereşê yên Bakurê Kurdistanê û Enqere, Hatay, Antalya, Samsun, Sakarya, Îzmîr, Tokat, Edirne, Bursa û Stenbolê yên Tirkiyeyê hatiye despêkirin.

Serdozgeriyê derbarê 27 kesan de biryara desteserkirinê da.

Herwiha li gorî daxuyaniyê lêpirsîn didome.