Li Tirkiyeyê derbarê alkolê de biryareke nû hat dayîn

20-09-2023
RÛDAW
Nîşan Alkol Cîxare Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê biryareke nû derbarê bikaranîna alkol û cixareyê de hat dayîn.

Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyeyê di rêziknameya "Rêbaz û Prensîbên Firotin û Pêşkêşkirina Berhemên Tûtin û Alkolê" de guherînek kir.

Ew guherîn îro di Rojnameya Fermî de hat weşandin û qada qedexeya firotina alkol û cixareyê jî hat berfirehkirin.

Li gorî guherîna nû, pêşkêşkirin û firotina alkol û berhemên tûtinê li cihên ku xizmetên tenduristî, perwerde û xwendin, kulturî û werzîşî tên dayîn qedexe ye.

Ev biryar kampus û baxçeyên wan cihan jî li xwe digire.

30ê Tebaxê jî li Stenbolê bi biryara parêzgariyê vexwarina alkolê li cih û qadên vekirî hatibû qedexekirin.

Parêzgariya Stenbolê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku li park, perav, plaj û seyrangehan firotin û vexwarina alkolê qedexe ye.

Her kesên ku li wan cihên diyarkirî alkolê vexwin dê bi 617 lîreyan (23 dolar) bê cezakirin.

Eger kesê alkol vexwariye serxweş jî be, heta ku tê ser hişê xwe dê di çavdêriya hêzên ewlehiyê de be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst