Hêviya welatiyan ji gotara Erdogan a li Netewên Yekbûyî çi ye?

Stenbol (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdgan di çarçoveya lûtkeya Neteweyên Yekbûyî de li Amerîkayê ye û tê payîn ku Erdogan li vir gotareke pêşkêş bike.

Îro Komcivîna Giştî a Netewên Yekbûyî li New Yorkê dest pê dike. Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan jî têde beşdar e û biryare gotarekê jî pêşkêş bike.

Rûdawê ji xelkê pirs kir ka ew dixwazin Erdogan di gotara xwe de behsa kîjan babetan bike?

Bersiva welatiyan:

Xanenişîn Cengîz got “Welleh tişta ku Erdogan behs bike şerê Rûsya û Ukrayna be baştir dibe. Di mijara xurekan de bila biaxive. Welatên xizan hene. Bila behsa wan bike.”

Karker Îbrahîm Sari dibêje “Bila behsa tiştên ku Yunanistan bi Tirkiye dike bike. Ew tevgerên ku Yunanistan li hemberî me dike, tevgerên gelekî xirab in.”

Xanenişîn Mûstafa diyar kir “Wê rojê hemû serok li Amerîkayê bûn û Erdogan ji wan re behsa hin tiştan dikir û wan jî lê guhdar dikir. Berê dema serokwezîrê mi diçû derekê li hemberî wan di amadebaşiyê de radiwestî. Lê niha em bi hêz bûne. Kes nikare wê înkar bike. Divê şerê Rûsya û Ukrayna biqede. Yunanistan karên ne baş dike û herkes dibîne. Mijara Sûriye heye. Divê em hemû bêne axaftin.”

Geştiyar Hamdî Paşalilar ragihand “Weleh dinya min eleqedar nake lê Tirkiyeyek heye ku min eleqeder dike. Beriya her tiştî divê vê civakê bo mirovahiyê bigihînê. Ew mercên jiyanê, ew  rewşa heyî gelekî xirab e. Ez bixwe li Elmanya dijîm û hatime gerê, xwedê alîkarî vî xelkî be. Bila pêşî xelkê xwe re çareseriyan bibîne yên din dev jê berde.”

Pisporê emlakê Enes Akdemîr anî ziman “Hûn jî dizanin ew civîn gelek bi qîmet e, ji ber ku hemû mirovên di vê coxrafiyaya navnetewî de dijîn dibînin ku gelek pirsgirêk di navbera rojhilat, rojava li Tirkiyê û hemû cîhanê mirovatî li benda aramiyê ne. Ji ber vê divê gotinên tevahiya serokan di derbarê vê de were dîtin û di vê derbarê biaxivin û gavên xurt bavêjin.”

Karker İsmail Karaaslan anî ziman “Li gorî min kêşeya herî mezin niha peywendîyên tirkiye u Amerikayê ne. Peywendî ber bi qutbunê ve diçin. Ev mijar dibe ku werin axavtin, heman demê mijara suriyê dibe ku bê axavtin. Mijara qibrisê Heye aloziya di navbera me û Yunanistanê hene, heman demê dorpêç li ser me hene pêwîste bêne axavtin.”

Akademîsyen Çağlar Berk Karayazi got “Bi dîtina min mijara herî sereke kirîza koçberan e. Ji ber ku li welatê me gellek koçber hene. Ev jî bandorê li aboriya me dike, di aliyê civakî de barê me giran bûye, pêwîste di asta Neteweyên Nekbûyî de rêyên careseriyê bêne gotûbêj kirin.”