Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a derbarê HDPê de

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ji bo hilweşandina dosyaya daxistinê red kir û ji bo dosyaya delîlên 30 rojên din jî dem da.

Di civîna Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn de daxwazên di parastina HDPê de hatin gotûbêjkirin.

HDPa ku parastina xwe pêşkêşî Dadgeha Bilind kiribû, ji bo ku der heqê dosyayên nû yên Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind şandin de parastinê bike, demeke zêdir xwest. HDP herwiha daxwaza redkirina dadger Kenan Yaşar kir.

Dadgeha Destûra Bingehîn, daxwaza HDPê ya dema zêde ji bo zelalkirina 281 tomarên dengî yên Kurdî ku wek delîlên girtina wan dihat nîşandan, bi erênî pêşwazî kir 30 roj din ji bo parastinê da HDPê. Lê daxwaza redkirina dadger red kir.

Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn der barê parastina ji bo Dadgeha Destûra Bingehîn a der barê girtina HDPê deb i de got, "Parastina me ya devkî amade ye. Dema gazî me bikin em dê parastina xwe ya devkî bikin.”