Bi hinceta endamtiya Cemaeta Gulen derbarê 15 kesan de biryara desteserkirinê hat dayîn

20-09-2022
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, bi hinceta endamtiya “Cemaeta Gulen” derbarê 15 kesan de biryara desteserkirinê da ku 7 ji wan parêzer in.

Li gor daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, îro Sêşemê 20ê Îlona 2022ê bi armanca girtina 15 kesên ku ji Koleja Polîs a girêdayî Serokatiya Akademiya Polîsan hatine dûrxistin navenda wê Enqere li 8 parêzgehan operasyon hatin destpêkirin.

Herwiha hatiye ragihandin ku tîmên Şaxa Rûbirûbûna Tawanên Organîze yên girêdayî Rêveberiya Emnî ya Enqerê van operasyonan birêve dibin û bo desteserkirina 15 kesên ku 7 ji wan parêzer in kar û xebatên wan berdewam in.

Hikûmeta Tirkiyê Cemaeta Gulen xistiye lîsteya terorê û bi pêkanîna hewla darbeya 15ê Temûza 2016an tohmetbar dike, lê Cemaeta Gulen red dike ku destê wan di hewldaneke wiha de hebe.

Li Tirkiyê ji piştî hewla darbeya leşkerî ya 15ê Temûza 2016an û heta niha bi hezaran fermandar, serbaz û xwendekarên dibistanên serbazî, mamoste, akademîsyen û fermanber bi tohmeta ku peywendiya wan ligel Cemaeta Gulen heye, hatine girtin, an ji kar hatine avêtin û dûrxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst