Sezaî Temellî bersiva Kiliçdaroglu da: Muxateb Ocalan e

20-09-2021
RÛDAW
Nîşan Sezaî Temellî HDP Pirsa Kurd Kemal Kiliçdaroglu Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ragihand, ew dikarin Pirsa Kurd bi HDPê re çareser bikin,  parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û hevserokê berê yê wê partiyê Sezaî Temellî bertek nîşan da û got, navnîşana çareseriya demokratîk Îmralî ye û muxateb Ocalan e.

Sezaî Temellî li ser hesabê xwe yê Twitterê bersiva daxuyaniya Kiliçdaroglu ya derbarê Pirsa Kurd li Tirkiyê û egera çareserkirina wê pirsgirêkê bi HDPê re daye.

Temellî ragihandiye: “Tekane muxatabê pirsgirêka Kurd ne HDP ye, lê aktorê serekî yê bi armanca çareseriya vê pirsgirêkê siyaseta demokratîk ava kir û hêsan kir HDP ye. Lê tişta pêwîst e qet neyê jibîrkirin, navnîşana çareseriya demokratîk Îmralî ye û muxatab Ocalan e.”

Parlamenterê HDPê û hevserokê berê yê wê partiyê, Temellî herwiha got: “AKPya ku pêvajo xitimand, mijar nekir civakî û mase quliband, hêviyê ji neçareseriyê dike. Pêwîst e bê dîtin ku ev nêrîn ziqaqa xetimî ye.”

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di beşa yekem a belgefîlma 'Birêz Kemal û Hevpeymanên Wî' de ku ji aliyê rojnamevan Gûnel Cantak ve hatiye amadekirin û roja 19ê Îlonê hatiye belavkirin, gotiye, “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêwîstiya me bi desteyeke rewa heye. Em dikarin HDP'ê wek organek rewa bibînin.”

Kemal Kilicdaroglu derbarê meseleya Kurd de dibêje: “Pirsgirêkeke Kurd heye ku saziya siyasetê 35-40 salin nikare çareser bike. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd pêwîstiya me organeke rewa heye. Dewlet nikare organeke nerewa muxatap bigre. Erdogan ev kir. Dewlet bi Îmraliyê re muxatap kir. Îmrali ne organeke rewa ye. Organa rewa kîye? Em dikarin HDP wek organeke rewa bibînin. Piştgiriya xelkê heye, hatiye nav parlamentoyê û karê xwe dike. Eger ev pirsgirêk çareser bibe, bi organeke rewa, bi HDPê re em dikarin çareser bikin. Ji ber vê ez wiha difikirim ku pêwîst e HDP li parlamentoyê be.”

Kilicdaroglu herwiha dibêje: “Min di hilbijartinên 2015an de piştgiriya wê kir ku HDP wek partî bikeve parlamentoyê.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst