Emîrê DAIŞê yê Til Eferê li Tirkiyê hat girtin

20-09-2019
RÛDAW
Nîşan Tirkiye DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tirkiyê ragihand, Emîrê DAIŞê yê li navçeya Til Efer a Iraqê, di operasyoneke hêzên ewlekariyê yên wî welatî de li bajarê Qeyseriyê hatiye girtin.

Operasyon ji aliyê hêzên ser bi odeya têkoşîna dijî terorê ya Rêveberiya Asayişa Qeyseriyê hatiye encamdan û di encama operasyonê de 4 kesên gumanbar hatin girtin.

Medyayên Tirkiyê ragihandine, ku hêzên têkoşîna dijî terorê yên wî welatî piştî komkirina zanyariyan û zanîna navnîşan û cihê ku lê dimînin, bi ser wan cihan de girtine û ew kesên gumanbar girtine.

Li gor agahiyan, di nava kesên girtî de, Emîr DAIŞê yê li navçeya Til Efer a ser bi parêzgeha Mûsil a Iraqê ve jî heye.

Nasnameya wî kesî weke S.H hatiye ragihandin û li gor zanyariyan, ew kes di dema desthilatdariya DAIŞê li Mûsilê de, berpirsê çek û cebilxaneyên DAIŞê li Til Eferê jî bûye.

Herwiha hatiye ragihandin, ku her 4 kesên girtî bi esil Iraqî ne.

Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê herwiha dest danîne ser karta nîştecihbûnê û kelûpelên wan ên elektronîk.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst