Li Tirkiye perwerdeyê bi bernameyeke netewperest dest pê kir
Stenbol (Rûdaw) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi tevahî nêzikî 18 milyon xwendekaran duh dest bi dibistanan kirin. Her çiqas ji ber dest jikarkêşana 14 hezar mamoste mijara sereke ew be jî, bernameya ku bo hefteyê destpêkê hat amadekirin dibe sedema metirsiyên tirsnak.
Zarokên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi bernameyeke heftane ya ji propagandayeke tund a netewperest û olperest pêşwaziyê li dibistanê dikin.
Bi milyonan zarokên Kurd, Tirk, Elewî û pêkhateyên din li zêdetirî milyonek û 60 hezar dibistanan dest bi dansala perwerdehiyê kirin. Wezerata Perwerdehiya Netewî jî ji bo hefteyekê bernameyeke têkildarî hewla derbeya 15ê Tîrmehê amade kir. Malbat û pedagog didin zanîn ku ew bername dê saykolojî û pedagojiya zarokan ji nav bibe.
Civaknas Belma Yildiztaş Yildiz ji Rûdawê re wiha got:
“Ya rast ez gelekî xemgîr im. Sîstema perwerdahiya tirkiye her tim li ser jargoneke îslamîst û Tirkbûnê bû. Niha jî bi awayekî radîkal ew yek bi rê ve diçe. Mixabin polîtîkayek nîne ku bo zarokan mafên mirovan û demokrasiyê vebêje. Bo me malbatên kurd cihê xemgîniyê ye ku zarok her bi Tirkbûn û îslambûnê bêne perwerdekirin. Ew vîdeo tirsnak in. Lê em bêçare, zarokên xwe dişînin van dibistanan.”
Di çarçoveya vê bernameyê de ji hemû dibistanan tê xwestin ku malbatên kesên ku di 15ê Tirmehê de jiyana xwe ji dest dane bo merasîman bêne vexwendin. Di hemû pol û dersan de gotûbêj, nivîs, helbest, name û hwd têkildarî wê mijarê bêne nivîsandin û kirin.
Wezaret dixwaze ku heta dawiya hefteya destpêkê ew pêvajo bê bi cîkirin û bi zimanekî olperest û netewperest.
Derûnînasê Zarokan Dç. Dr. Mazlûm Çopûr jî wiha axivî:
“Ger ku malbatek bê ji min bipirse, ezê bêjim teqez van dîmenan nedin temaşekirin. Bi taybetî bo zarokên biçûk ew dîmen dê bibin sedema têkçûna travmayên kûr. Ev dîmen dê rêgiriyê li razberiya zarokan bikin. Zarok dê li hemberî kesên ne misilman û ne tirk sor bibin. Divê zarok ferî, fizîk, zanist û hunerê bibin. Lê em dibistanan bi olperestî û netewperestiyê vedikin.”
Li aliyê din 2 heb vîdyoyên ku wezaretê amade kirine jî li hemû dibistanan têne ferzkirin ku bêne nîşandan. Di wan vîdeoyan de jî bi temamî dîmenên, şer, teqîn, kuştin û şîddetê cîh digirin. Ala tirkan weke behreke xwînê tê nîşandan û tirkbûn û îslamperestî weke tekane pîvanên mirovbûnê tên nîşandin.