Hatîp Dîcle: Eger Tirkiye herêma tampon çêbike dê şer dest pê bike

Amed (Rûdaw) – Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle hişyarî da Tirkiyeyê û ragihand, eger li ser sînorê Sûriyê “herêma tampon” çêbibe wê demê pêvajoya çareseriyê namîne.

Hevserokê KCDê Hatîp Dîcle li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê bi taybet êrişên DAIŞê yên li dijî Kobanî ji CNN Turkê re axivî û got, gelê kurd ti carî nahêle Kobanî bikeve destê DAIŞê û wiha got: “Eger lazim bû emê jî herin şer.”

Hatîp Dîcle bi tundî li dijî çêkirina herêma tampon li ser sînorê navbera Tirkiye û Sûriyê jî derket û wiha got:

“Eger Tirkiye tiştekî wisa bike pêvajoya çareseriyê namîne. Lê ez bawer nakim dewlet bixwaze vê yekê bike birastî zimanê nagere ez bêjim lê eger wisa be dê pêvajoyek xwîndar dest pê bike.”