Kurtulmuş soza hevdîtina bi Erdogan re da Malbata Şenyaşaran

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, bi hinceta ku zererê dide meclîsa wî welatî ji Malbata Şenyaşaranê xwest ku çalakiya xwe rawestîne.

Numan Kurtulmuş her wiha soz da ku ji bo malbat bi Erdogan re hevdîtinê bike dê înîsiyatîvê wergire.

Li navçeya Sirûcê ya Rihayê 14ê Hezîrana 2018an hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarê ji aliyê parêzvan û xizmên parlamenterê berê yê AK Partiyê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin.

Piştî bûyerê doz hat vekirin û kurekî din ê Emîne Şenyaşarê, Fadil Şenyaşar 6 sal in di çarçoveya dozê de girtî ye.

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku di êrişê de birîndar bûbû ji bo edalet bi cih bibe û tawanbar bên girtin, 9ê Adara 2021ê dest bi Nobeta Edaletê kiribû.

Emîne Şenyaşarê paşê çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê li Rihayê rawestand û wan ew çalakiya xwe li ber Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê domand.

Şenyaşarê çalakiya xwe ji wir jî veguhast ber Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê. 

Ev demek bû Emîne Şenyaşarê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê navber dabû çalakiya xwe.

Çalakiya Nobeta Edaletê dîsa dest pê kir

Îro berî dest bi çalakiyê bikin Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşarê Parlementerê DEM Partiyê daxuyaniyek da û pankarta “Ji bo malbata Şenyaşaran edalet, ji her kesî re edalet” vekir. 

Li gorî nûçeya MAyê, piştî çalakiyê demeke kurt Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş telefonî parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar kir.

Kurtulmuş û Şenyaşar axivîn

Numan Kurtulmuş ji Ferît Şenyaşar xwest ku ew çalakiya bi dawî bike û got:

“Ew qetlîam parlamentoyê eleqeder nake û karê dadgehê ye. Eger çalakî berdewam bike dê zererê bide nirxên parlamentoyê.”

Kurtululmuş soza hevdîtina bi Erdogan re da malbatê

Di wê axaftina bi telefonê de Ferît Şenyaşar gotiye, "Ew qetlîam her kesî eleqeder dike" û xwestiye bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike.

Kurtulmuş jî soz daye ku ji bo ew hevdîtin were kirin dê hewl bide.

Di heman demê de Kurtulmuş sekretera xwe ya taybet şandiye odeya Ferît Şenyaşar û derbarê komkujiyê û pêvajoyê wê de agahî wergirtine.

Piştî wê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferit Şenyaşar derbasî odeya wî ya li parlamentoyê bûn.