Lingê Ozgur Ozel çawa şikest?

22 demjimêr berê
Nîşan Ozgur Ozel Ling Şikestin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji hefteya borî ve li ser şikestina lingê Serokê Giştî yê CHPyê nîqaşên cuda hene.

Ozgur Ozel li ser şikestina lingê xwe ji rojnameger Îsmaîl Saymaz re axivî.

Li gorî gotina Ozel, ew li mala xwe ya Manîsayê ji pêpelûkan hatiye xwarê bi ser pehniya xwe de ketiye û lingê wî şikestiye.

“Bila kerem bikin, werin”

Ozgur Ozel diyar kir ku gelek kes bi zanîbûn wî dikin hedef û got:

“Ez bangî wan hevalan dikim ku xwe wekî mixalif û Ataturkparêzan nişan didin û li pey FETOyê diçin: Ez li Enqereyê me. Bila kerem bikin, werin, em li rontgena meyzînin.”

Ozel ragihand ku gelek kes bi awayekî sîstematîk wî dikin hedef lê dema kesên nêzikî fikra partiya wî li pey wan diçin ew xemgîn dibe.

Serokê Giştî yê CHPyê herwiha amaje pê kir wî rontgen girtine, hemû di sîstemê de hene û kesên ku êrişî wî dikin bêbextiyan dikin.

Dibe ku here Filistînê

Ozel ragihand, Serokê Filistînê Mehmûd Ebas ew vexwendiye Filistînê û eger heye ku 1ê Îlonê (Roja Aştiyê ya Cîhanî ye) here wê derê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst