Li girtîgehan cih nemaye: 5 hebên nû tên çêkirin!

Duh li 09:04
Nîşan Girtîgeh Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 5 girtîgehên nû tên çêkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi tevahî 403 girtîgeh hene û kapasîteya wan 295 hezar û 328 e.

Lê di van girtîgehan de 342 hezar û 526 kes hene.

Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê ji bo çêkirina 5 girtîgehên din karên yasayî temam kirin û bi kompanyayan re peyman hatin îmzekirin.

Girtîgehên nû dê li parêzgehên Sêrt û Dêrsimê yên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Zonguldak, Kutahya û Gîresunê yên Tirkiyeyê bên avakirin.

Pereyên ku ji bo çêkirina van girtîgehên nû hatine veqetandin wiha ne:

- Sêrt: 819 milyon û 571 hezar lîre (24 milyon û 250 hezar dolar)

- Dêrsim: 909 milyon lîre (Nêzîkî 27 milyon dolaran)

- Zonguldak: 837 milyon lîre (nêzîkî 25 milyon dolaran)

- Kutahya: 124 milyon û 976 hezar lîre (3 milyon û 700 hezar dolar)

- Gîresun: 780 milyon û 895 hezar lîre (23 milyon dolar)

Sala 2021ê ji bo girtîgeha ku dê li Kutahyayê were çêkirin bi 17 milyon û 528 hezar lireyan peyman hatibû îmzekirin lê nehatibû temamkirin.

Dîsa sala 2021ê ji bo girtîgeha ku dê Gîresunê bê çêkirin bi 72 milyon û 300 hezar lireyî peyman hatibû îmzekirin lê ew jî nehatibû temamkirin.

2002yan 59 hezar û 429 girtî hebûn

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê sala 2002yan 59 hezar û 429 girtî hebûn lê niha hejmara girtiyan 342 hezar û 526 e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst