ÎZMÎR- 125 koçber hatin rizgarkirin, 47 hatin desteserkirin

20-08-2023
RÛDAW
Nîşan Îzmîr Koçberên Qaçax
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li peravên navçeyên Îzmîrê yên Dikilî, Menderes, Çeşme û Foçayê 125 koçberên qaçax hatin rizgarkirin.

47 koçberên din jî hatin desteserkirin. 

Li ser agahiya ku li peravên navçeyên Dikilî û Menderesê di belemeke lastîkî de koçberên qaçax hene, botên Ewlehiya Qeraxan çûn wê herêmê.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, ekîban 125 koçberên bêdestûr ên ku ji aliyê hêzên Yûnanistanê hatine vegerandin rizgar kirin.

47 koçberên hatin girtin

Herwiha li peravên navçeyên Çeşme û Foçayê ji aliyê ekîbên Ewlehiya Qeraxan ve di botên lastîkî de komeke koçberên qaçax hat tesbîtkirin.

Bot ji aliyê ekîban hatin rawestandin û 47 koçberên di botan de hatin girtin.

Piştî karûbarên yasayî, koçberên qaçax birin Rêveberiya Koçê ya Parêzgeha Îzmîrê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst