Li Tirkiyê geştiyarî gellek kêm bûye
Kapadokya (Rûdaw) - Îsal li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê geştiyarî bi rêjeyeke berbiçav kêm bûye.
Hemwelatî jî li ser sedema vê yekê bûne du beş, beşek dibêjin hewla darbeya leşekerî û aloziyên li Tirkiyê bûne sedema kêmbûna geştiyaran, beşek din jî dibêjin hikumet giringiyê bi cihên geştiyarî nade.
Çavkaniyên dîrokî dibêjin Kapadokya li Anatolya Navîn yek ji cihên destpêka bellavbûna baweriya mesihiyan ne.
Rîsipiyek li Kapadokyayê ji Rûdawê re got: “Ez dibêjim divê herkes van deran bibîne. Ev der cihên dîrokî ne. Taybetî jî bo mesihiyan gellek giring in. Em misilman gellek piştî mesihiyan hatine wan deran. Ez bi xwe jî xelkê vê navçeyê me. Bo me jî taybetîyekî cuda heye.”
Kapadokya heman deman bi malên periyan ku bi tirkî dibêjêne “perî bacalari” navdar e. Gorî çîrok û efsaneyan di serdemên qedîm û kevnar de li van şêkeftan perî dijîn. Lê îsal hem malên perîyan hem jî bi giştî Kapadokya ji ber nehatina geştiyaran xemgîn in.
Kesekî li Kapadokya peywirdar jî wiha got: “Berê roj hebû ku heşt hizar deh hizar geştiyaran sederana van deran dikir. Niha hejmar pirr ketiye, geştiyarên nava Tirkiyê tên. Jixwe bihayê çûna nava mûzeyan jî gellek e. Serê kesekî 30 lireyan distînin.”
Îsal zêdetir geştiyarên nav Tirkiyê seredana Kapadokya dikin, di gel vê yekê her çend hejmara wan kêm be jî Erep, Çînî û Japon jî îsal hatine Kapaodkyayê,
Geştiyariyekê jî got: “Mixabin giringiyê nadin û gellek kêmasî jî hene . Ez nêzîkî bîst salin li Erebistana Siûdî li bajarê Medîne dijîm. Erebên wê derê ne Rihayê dizanin, ne deşte Heranê dizanin, ne derên Sûmela dizanin ne jî Kapadokyayê dizanin.”
Li Kapadokyayê cihên herî navdar û şûnên geşiyatrî dikevine milê Goreme, Urgup, Derinkuyu û derdora bajarê Nevşehîrê.