Demîrtaş diçe Afrîkaya Başûr

20-08-2016
RÛDAW
Nîşan Selahattin Demîrtaş Afrîkaya Başûr Konferans Osman Baydemîr
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Lijneyek ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi serokatiya Hevserokê wê Selahattin Demîrtaş dê serdana Afrîkaya Başûr bike.


Li gor daxuyaniya HDPê Selahattin Demîrtaş û lijneya partiya wî dê navbera 21 û 28ê Tebaxê de ji bo çend hevdîtinan li Afrîkaya Başûr pêk bînin.


Di nav lineyê de Parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemir û Parlamentera HDPê Bedia Ozgokçe jî dê cih bigrin.


Hat gotin lijne dê beşdarî konferansa ji aliyê komelyên civakî yên Afrîkayê ve tê lidarxistin jî bibê û di hevdîtinan de dê li ser rewşa Tirkiyê û bûyerên li Rojhilata Navîn nîqaş bên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst